
Li Swêdê betlana dibistanan a nîvsala xwendinê dest pê kir. Ji 10 hezaran pirtir şagirdên kurd û 200 mamosteyên wan jî ketin betlanê. Di vê betlanê de dê Noel û sersal jî bê pîrozkirin. Em hêvîdar in ku şagird û mamosteyên me betlaneke bi aram û tijî kêfxweşî bijîn.

















