Wêne/Foto
Program: kurdî
Program: swêdî
Daxuyanîya Çapemeniyê (Kur)
Basın bildirisî
Pressmeddelande(Sw)
Lîsteya beşdaran
Peyam-EGITIM SEN
Nirxandin/utvärdering

 

Bi hevkariya:

Dayîra Karûbarên Pêşvebirina Dibistanan


Navenda Duzimaniyê li Västeråsê


Språkenheten på Hisingen

 

 

Konferansa mamosteyên kurdî ya sêyem

Pênşem, 18.11.2004

Ji 17 şaredarîyên Swêdê 57 mamosteyên kurdî, 2 midûrên perwerdeya zimanê zikmakî û rayedarek, Mats wennerholm, ji Dayreya karûbarên pêşvebirina dibistanan beşdarî konferansê bûn.

Konferansê bi axaftina midûra perwerdeya zimanê zikmakî ya bajarê Goteborgê, Raija Enckell dest pê kir. Mudûrê navenda duzimanî ya şaredarîya Västeråsê (Vesteros) jî axaftinek kir û peyama piştgirîyê ya EGITIM SEN Şaxa Amedê xwend.


Paşê raporên seferên Dîyarbekrê ji alîyê Joachîm Gotz û Haydar Diljen ve hatin pêşkêşkirin. Li ser van raporan gelek pirs hatin pirsîn.

Tiştên nû yên malperên Dibistana Kurdî û Fêrgehî zimanê kurdî hatin nasandin. Li ser vê xalê di grûbên biçûk de guftûgo hat kirin. Ji bo pêşvebirina van malperan gelek nirxandin û pêşnîyarên girîng hatin kirin.

Li ser alfabeya erebî guftûgo hat kirin. Mamosteyan gelek gazind ji alfabeya erebî kirin.

Êvarê mamosteyan bi hev re şîv xwar û şagirdên kurdî bernameyeka kulturî ya ji her çar perçeyên Kurdistanê pêşkêş kir.

În, 19.11.2004

Roja duyem ya konferansê bi axaftina Mats Wennerholm dest pê kir. Mats Wennerholm, li ser navê Dayreya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê, di derbarê pêşveçûnên nû yên li ser perwerdeya zimanê zikmakî û teknolojîya zanyarî û ragihandinê axaftinek kir. Wî di axaftina xwe de, di pirsa perwerdeya zimanê zikmakî de, rola dewlet û şaredarîyan anî zimên û got, ”dewlet, armanc û hedefên perwerdeyê destnîsan dike, lê hemû çalakîyên perwerdeyî yên ji bo gîhaştina wan hedefan di bin erk û berpirsîyarîya şaredarîyan de ne.”

Dê di pêşerojê de qelem û defter hebîn lê...
Wennerholm carek din bal kişand ser girîngîya teknolojîya zanyarî û ragihandinê û got, “dê di pêşerojê de qelem, defter û pirtûk hebin, lê komputer, bi taybetî jî înternet, dê cihê xwe di jiyana mirovan de, bi taybetî di jîngeha perwerdeyê de hîn jî grantir û frehtir bike. Lewra, yên ku heta niha vê teknolojîyê bi kar naynin, divê ji niha de amadekarîyên xwe bikin ku bi kar bînin.

Wennerholm li ser pêşveçûnên teknolojîya ragihandinê çend mînak dan. Yek ji wan mînakan ew bû: Dema ku mirov dixwîne komputer bi xwe dinivîse. Şagird dikarin vê bernameyê bi kar bînin û xwe bi xwe test bikin.
Wennerholm axaftina xwe weha domand; “wezareta perwerdeyê dixwaze ji perwerdeya zarokên biyanîyan îmkanên nû peyda bike û rewşa wan baştir bike. Ev yeka ha di nav plana xebata wezaretê de xala pêşî ya rojevê ye. Projeya Temaya zimanê zikmakî, perwerdeya bilindkirina kopentensa mamosteyan û perwerdeya dîstansê çend mînakên ji vê xebatê ne ku hatina plankirin.

Ziman ji alayan mezintir in
Mamosteyekî pirsî, got, gelo çima hûn li ber her zimanekî alayekê danaynin? Mats Wennerholm weha bersiv da; ”Em naxwazin zimanan bi alayan ve girê bidin. Ziman ji alayan gelek mezintir in.”
Wennerholm li ser erka mamosteyên zimanê zikmakî jî weha got, “Di nav pênc salan de dê erka mamosteyên zimanê zikmakî bê guhertin. Ji bo ku mamoste bikaribin bi vê erkê rabin, divê xwedî zanebûneka firehtir bin. Lewra divê hûn xwe ji niha de amade bikin.”

Plaketa EGITIM SENê Saxa Amedê
Mats Wennerholm, di dawîya axaftina xwe de plaketa ku EGITIM SENê şaxa Amedê (Diyarbekir) dabû Mai Beîjer (Beîyer) û hevalên wê yên delegasyona Swêdê ku çûbû serdana Amedê, pêşkêşî beşdarên konferansê kir û got, “ev plaket Sendîkaya Mamosteyan Şaxa Amedê daye Maî Beîjer. Maî Beijer, ji ber ku li Danîmarkayê ye, nikaribû were vê konferansê. Lê ji we re silavên serketinê û ev plaket şandîye. Ez wê plaketê radestî we dikim.”

Haydar Diljen plaket wergirt û nivîsa li ser plaketê xwend. Li ser plaketê navê kesên ku di heyeta Swêdê ya perwerdeyê de bûn (Mai Beijer, Haydar Diljen, Sabîha Otlu, Zekerîya Mustafa) heye û bi kurdî weha hatîye nivîsîn: “Ji bo eleqedarîya we ya perwerdeya duzimanî û zimanê dayikê em we pîroz dikin. Bo serlêdana we em gelek kêfxeş bûn. Ji we re serketin. 25.10.2004. Saxa Amedê ya EGITIM SENê, Lijneya Rêveber.

Plaket û nivîsa li ser ji alîyên beşdarên konferansê ve bi dilşadîyek mezin hat pêşwazîkirin.

Konferansê sala bê li Amedê
Piştî axaftina Mats Wennerholm, grûbên kurdîya bakur (kurmancî) û başûr (soranî) cihê cihê civîyan. Di grûba kurdîya başûr de, şaîr Refîk Sabir li ser dîroka zimanê kurdî semînerek da. Paşê hin materyalên dersê hatin nasandin.

Grûba kurdîya bakur, di bin rêveberîya mamoste Şefîk Kaya de, bi xala lidarxistina konferansê ya li Amedê dest bi xebatên xwe kir. Haydar Diljen, li ser fikra ”konferansa Amedê” û danûstandinên ku heta niha di vî warî de hatine kirin, agahî dan konferansê. Mamosteyan yeko yek li ser vê pêşnîyarê dîtinên xwe anîn zimên. Hemûyan jî bi dilşadîyeke pir mezin ev pêşnîyar di cih de dît. Konferansê di vê derbarê de, bi yekdengî, weha meyla xwe destnîşan kir:
• Li Amedê lidarxistina konferanseka mamosteyên kurdî însîyatîfeke gelek di cî de ye. Em bi kêfxweşî piştgirîyê dikin.
• Divê mamosteyên hemû zaravayên kurdî di vê konferansê de bên temsîlkirin.

Li ser lîsteya peyvan ya ku li ser termên jîngeha perwerdeyê hatibû amedekirin, guftûgo hat kirin. Jixwe xebata di derbarê vê lîsteyê de di konferansa par de dest pê kiribû. Li ser lîsteyê axaftinên bi giştî hatin kirin. Ev lîste, dê wek pêşnîyar di malpera Dibistana Kurdî de bê weşandin. Mamosteyên ku hewcedarîya wan pê hebe, dikarin bi kar bînin.

Misto Brodrêj Prtûka Alfabeyê da nasandin
Paşê Misto Brodjêj pirtûka xwe ye bi navê “Alfabe”, da nasandin û li ser pedagojîya hînkirina xwendin û nivîsîna kurdî ya destpêkê peyivî. Her weha li ser metodên hînkirina xwendin û nivîsîna agahdarî dan.

Remzî Kerîm plana dersê pêşkêş kir
Remzî Kerîm plana xwe ya dersê ku ji 32 rûpelan pêk hatibû, pêşkêşî konferansê kir. Herweha behsa planên dersê yên mamosteyên kurdî yên din ku li Şaredarîya Botkyrkayê (Botşîrka) mamostetîyê dikin jî kir. Li ser plana dersê guftûgoyên gelek baş hatin kirin.

Plana ku Remzî Kerîm amade kirîye dê di malpera Dibistana Kurdî de bê weşandin.

Atmosferek germ û kurdewarî
Piştî ku beşdarên konferansê bi hev re wêne kişandin, konferans bi dawî hat. Vê konferansê hêza mamosteyên kurdî xurttir kir. Du rojên mamosteyên kurdî di atmosfereka gelek germ û kurdewarî dederbaz bûn.

Çi di warê naverok, organîze û aktîfbûna besdaran de, çi jî di warê peywendî û sewîya bilind ya guftûgoyên di navbera besdaran de konferans gelek bi serketî bû. Vê konferansê hêz û morala mamosteyên kurdî xurttir kir. Besdarên konferansê bi heyecaneke mezin li hêvîyê ne ku konferansa sala bê li Amedê çêbe.

Nuçeyên din:
1. Konferans, roja yekem
2. Konferans, roja duyem
3. Wêne/foto
4. Ozgur politika
5. Kurdishinfo.com
6. Rizgari.org
7. KurdishMedia


20.11.2004
Haydar Diljen