Program
Wêne/Foto
Daxuyanîya Çapemeniyê (Kur)
Basin bildirisi (Tr)
Pressmeddelande(Sw)  

 

bi alîkariya:

Dayîra Karûbarên dibistanan


Navenda duzimaniyê li Västerås

 

Konferansa kurdî ya Teknolojiya Zanyarî û Ragihandinê
12-13 îlon 2002

Konferansa kurdî ya bi navê ”Teknolojiya Zanyarî û Ragihandinê û Kurdî” di 12-13ê îlonê de li Swêdê li bajarê Westerosê (Wästerås) di Otêla “Ta Înn”ê de civiya.
Konferans bi hevkariya Dayreya Karûbarên Dibistanan (Skolverket) û Belediyeya Westerosê (Wästerås) pêk hat. Piraniya çûyinên (mesrefên) konferansê Skolverketê û hinek jî belediyeyên besdar dan ser xwe.

Ji 30 belediyeyan 70 mamosteyên kurdî, ku bi kurdiya jorê (kurmancî) û bi kurdiya jêrê (soranî) ders didin, teknîkerên programçêker, nûnerên Dayreya Karûbarên Dibistanan (Skolverket), komik û rêvebirin projeya ”Dibistana Kurdî” û ”Fêrgeyî Zimanî Kurdî” û mudûrê ”Dayreya Perwerdeya Zimanê Zikmakî” (Centrum för tvåspråkighet) beždarî konferansê bûn.

Ji 80 kesên ku beždarî konferansê bûn 30 kes jin bûn. Ango du rojan mamosteyên kurd yên jin jî bi mêran re teknolojî munaqese kir. Ev qonaxeke girîng e.
Di civînê de projeya ”Dibistana Kurdî” û ”Fêrgeyî Zimanî Kurdî”, pênc pirtûkên dersê yên nû, du CDyên ji bo perwerdeya zimanê kurdî û programeke bi navê kelek ku ji bo wergerandina nivîsên kurdî yên bi alfabeya erebî bo latînî yên latînî bo erebî hat nasandin.

Mudûrê Dayreya perwerdeya zimanê zikmakî yê bajarê Westerosê (Wästerås) Joachim Gotz konferans vekir û got, ”Vekirina konferanseke weha girîng ji bo min serbilindiyeke mezin e. Me bi hevkariya Skolverketê ev konferans amade kir. Ev konferans ji bo kurdan girîng e. Em dixwazin kurd bi alîkariya teknolojiya ragihandinê zimanê xwe hîn bažtir bi pêž bixînin. Em dê ji bo vê yekê alîkariya xwe ya bi kurdan re bidomînin. Ez hêvîdar im ku hûn pižtî vê konferansê bi hin zanyarî û fikirin nû ve vegerin cihê xwe û perwerdeya zimanê xwe hîn bi pêž bixînin”.

Ji Dayreya Karûbarên Dibistanan Mats Wennerholm li ser projeya ”Temaya Zimanê Zikmakî” ku bežek ji malpera Skolverketê ye, agehdarî dan û behsa rola kurdan ya girîng ya ku di vê projeyê de ye kir. Mats Wennerholm got, ”Kurd di bikaranîna teknolojiya ragihandinê de pêžketî ne. Dibistana Kurdî kilîta temamê projeya înternetê ya Skolverketê ya bi navê ”Temaya Zimanê Zikmakî (Tema modersmål) ye”. Her weha Mats Wennerholm li ser girîngiya zimanê zikmakî rawestiya û di vî warî de encamên hin lêkolînên nuh ku li Amerîkayê çêbûne, kir.

Ji Skolverketê Mižawir Mai Beijer di axaftina xwe de behsa girîngiya zimanê zikmakî, di vî warî de lêkolîn û hewildanên dewleta Swêdê û ji nû ve organîzekirina Skolverketê kir.
Mai Beijer hin aliyên girîng yên zimanê zikmakî weha anîn ziman:

  1. Zimanê zikmakî, li ba zarokan, di warê nasnameya etnîkî û hîsên (hestên) bixwebaweriyê de xwedî wateyeke mezin e.
  2. Zimanê zikmakî bingehê qabiliyeta zarokan ya hînbûnê ye.
  3. Zarok bi alîkariya zimanê zikmakî zimanên duyemîn û tižtên din hêsantir hîn dibin.
  4. Dewlemendiyek e, ku di civakekê de mirov bi gelek zimanan bizanibin. Ango di civakeka pirzimanî de berjewendiyên wî welatî û hemû civakê hene.

Mai Beijer di berdewama axaftina xwe de, di warê parastin û pêžxistina zimanê kurdî de behsa girîngiya bikaranîna teknolojiya ragihandinê kir û û got, “Di vî warî de kurd gelekî li pêž in. Em dizwazin kurd di vî warî de hîn bi pêžkevin. Alîkariya me ya ji bo amadekirina vê konferansê vê daxwaz û armanca me diyar dike.

Joachîm Gotz, li ser metoda perwerdeyê ya ku bi navê Portfolîo tê bi navkirin semînerek da. Li gor vê metodê, žagird di pêvajoya hînbûnê de pir çalak (aktîf) e, mamoste rênîžandar e. Berpirsiyariya pêvajoya perwerdeyê di navbera žagird, mamoste û malbatan de tê parvekirin. Para mezin dikeve aliyê žagird bi xwe. Beždarên konferansê bi balkêžiyeke mezin ev semîner guhdar kir.

Di konferansê de du xebatên komikî (grûbî) çêbûn. Di xebata yekem de beždarên konferansê li ser 7 komikan hatin parvekirin. Di vê xebatê de mamosteyên dersa kurdiya jor û jêrê bi hev re di heman komikan de cih girtin. Mamosteyan di odeyên cihê de li ser malperên kurdî peyivîn û ji bo hîn pêžxistina van malperan pêžniyarên xwe destnîžan kirin. Dîtin û pêžniyarên xwe hem bi nivîskî dan komîteya amadekar hem jî berpirsiyarê her komikê, ku beždarên komikê ji nav xwe hilbijartibûn, di civîna gižtî de bi kurtî anîn ziman.

Xebata komikî ya duyem di roja duyem de pêk hat. Mijara vê xebatê materyalên dersê yên ku di konferansê de hatibûn nasandin û serpêhatiyên mamosteyan yên li belediyeyên têvel bû. Di vê xebatê de mamosteyên kurdiya jor û jêrê di komikên cihê de cih girtin. Mamosteyan li ser pirtûk û CDyan munaqeže kir û pirsên xwe ji nivîskar û amadekarên van materyalan kirin. Her weha li ser materyalên din ku di perwerdeya kurdî de tên bikaranîn hevûdu serwext kirin û li ser awayê (metod) dersdayina xwe danustendin (dîalog) pêk anîn, hevûdu guhdar kirin.

Encamên munaqežeyên vê xebata komikî bi nivîskî dan rêvebirên konferansê. Analîza wan raporên herdu xebatên komikî dê di vê malperê de bên wežandin.
Beždaran, li ser daxwaza rêvebiriya konferansê, dîtinên xwe yên li ser konferansê bi nivîskî anîn ziman.
Ji wan dîtin û daxwazan çend xalên girîng yên hevbež ev in:

  • Konferans di dereceya gelek baž de bi serketî bû.
  • Divê konferansên weha bi kêmasî salê carê bên amadekirin.
  • Divê ji bo xebata komikî (grûbî) pirtir wext bê veqetandin.
  • Divê pirtûkên kurdî yên dersê ji aliyê komikên ku ji nivîskarên pirtûkên dersê yên xwedî kompentens ve bên amadekirin.

    Wêne/Foto

    Ji bo agehdariyên zêdetir: http://modersmal.skolverket.se/kurdiska