Program
Wêne/Foto
Daxuyanîya Çapemeniyê (Kur)
Lîsteya beždaran
Pressmeddelande(Sw)
Pêžniyar û biryar

 

bi alîkariya:

Dayîra Karûbarên dibistanan


Navenda duzimaniyê li Västerås

 

Konferansa mamosteyên kurdî ya duyem ya Teknolojiya Zanyarî û Ragihandinê bi biryarên girîng dawî hat

Konferansê, bi rawestîna rêzgirtinê ya ji bo Anna Lindh dest pê kir. 72 mamoste û 6 axaftvanên mêvan beždar bûn. Gelek biryarên girîng hatin girtin.

Weneyên konferansê
Svenska: www.beyan.net

Pižtî xebateke du rojan ya întensîf û ya bi peywendiyên gelek germ Konferansa Mamosteyên Kurdî ya Västeråsê (Vesteros) ya duyem bi dawî hat.

72 mamosteyên ji çar parçeyên Kurdistanê ku li Swêdê dersa kurdî didin beždarî konferansê bûn. Ji bilî van mamosteyan nûnerên Dayreya Gižtî ya Pêžxistina Dibistanan (Myndigheten för skolutveckling), nûnerên Belediyeya Västeråsê, Weqfa kultura kurdî ya Stockholmê, Projeya ”Lexin” (leksîn) ya amadekirina ferhengeka 28 hezar peyvan bi du zaravayên kurdî beždarî konferansê bûn û li ser bežên xwe agahdarî dan mamosteyan.

Nûçegîhanê Medya tv, Kurdistan tv û hin wežanên din beždarî konferansê bûn û li ser konferensê nûçe amade kirin.

Konferansê, bi rawestîna rêzgirtinê ya ji bo Anna Lindh dest pê kir.

Roja yekem mamasteyên kurmancî û soranîaxêf bi hev re civiyan û xebata xwe domandin. Roja duyem mamosteyên herdu zaravayan cihê cihê civîyan û li ser hin pirsên taybetî yên zaravayên xwe rawestiyan. Hetta her zarave di nav xwe de jî ji komikên biçûk hat parvekirin û li ser pêžxistina “Dibistana Kurdî”, “Fêrgeyî zimanî Kurdî” û hin pirsên din guftûgo kirin.

žahiya êvarê ku bi dengê Adnan Kerîm yê xwež û nerm û govend/hilperkeyên kurdî gež bû, rengekî germtir da konferansê.

Hin biryarên konferansê

Momosteyên kurmancî gihažtin hin encamên berbiçav. Em ê temamê van biryar û pêžniyaran cihê biwežînin. Lê em dixwazin çend mînakan binivîsin:

Ji bo ku di warê bikaranîna kurdî û metodên hînkirinê de kompetensa mamosteyên me bê bilindkirin amadekirina konferanseke taybetî.

Di ”Dibistana Kurdî” de amadekirina paneleke gotûbêjê ya taybetî ya kodkirî ji bo mamosteyên ku beždarî konferansê bûne û yên din ku dersa kurdî didin.

Aktîf beždarbûna panela guftûgoyê ya ”Dibistana Kurdî”.

Bikaranîna navên mehan yên Hewarê. (Em ê argumanên xwe di rapora dirêj de binivîsin).

Navên mehan:

1. çileya pažin 4. nîsan 7. tîrmeh 10. çiriya pêžin
2. sibat 5. gulan 8. tebax 11. çiriya pažin
3. adar 6. hezîran 9. îlon 12. çileya pêžin

Bi yekdengî li ser van xalan biryar hat dayin.

Me ji termên perwerde û hîndekariyê lîsteyek amade kir û pêžkêžî konferansê kir. Ev bež Režo Zîlan bi rê ve bir. Ji ber sedema têrnekirina demê me ji wê lîsteyê bežek pejirand. Di konferansa bê de em ê xebata xwe ya li ser van terman bidomînin. Lê em ê ji niha de wê lîsteyê di Dibistana Kurdî de biwežînin. Kesên ku bixwazin fikrên xwe li ser bêjin dikarin di panela gotûbêjê ya "Dibistana Kurdî", beža zimên de binivîsin.