|
Konferansa mamosteyên kurdî ya çarem

Ji
27 þaredarîyan 75 mamosteyên kurdî beþdarî konferansê
bûn. Piranîya mamosteyan jin bûn. Roja duyem mamosteyên kurmancî
li ser du babetên girîng rawestiyan: Programa perwerdeyê
ya lîseyê û termên matematîkê. Konferans bi axaftina Midûrê
Navenda Duzimanî ya þaredarîya Vesterosê (Västerås) Joachîm
Gotz bý dawî hat.

Ji
Dayreya Giþtî ya Pêþvebirina Xwendegehan ya Swêdê
(Myndigheten för skolverket) Mats Wennerholm beþdar
bû. Wennerholm di axaftina xwe de behsa planên devleta Swêdê
yên ji bo pêþvebirina perwerdeya zarokên pirzimanî kir
û got êdî li Swêdê hatiye fêmkirin ku pêþvebirina zimanê
zikmakî ji bo pêþvebirina mirov ya piralî pir girîng
e. Hukmatê jý bo vî karî 225 milyon veqetandine.
Ji bo xerckirina van pereyan planeka ji bo du salan hatiye
çêkirin. Dê mamosteyên duzimanî bên gihandin ku hem bikaribin
dersên zimanê zikmakî bidin hem jî dersên din bidin, wek nimûne
dersên matemetîkê bi zimanê zikmakî bidin.

Paþê
dr. Feryad Fazil, li ser pirsên alfabeya zaravayê soranî semînerek
da.
Êvarê,
þaredarîya Vesterosê li restoranteka bajêr ya bi navûdeng,
“Karlson på Taket” (Karlson li Serbanê), mamosteyên kurdî
ezimandin þîvê.

Roja
duyem bi nasandina malpera “Dibistana Kurdî” û “Fêrgehî
Zimanê Kurdî” dest pê kir. Herdu grûbên xebatê û
rêvebirên wan malper dan dasandin. Paþê li ser malperan
nîqaþ hat kirin. Hin mamosteyên soranî di wê bawerîyê
de bûn ku malpera “Dibistana Kurdî” gelek ji malpera
“Fêrgehî Zimanî Kurdî” pêþdetir e û pirsîn: gelo çima
“Dibistana Kurdî” ji bo soranî nayê wergirandin? Herweha daxwaz
hat kirin ku mamoste bêtir beþdarê pêþvebirina
malperan bibin.

Mamosta
þêrîn Mahmûd jî çend materyalên ku bi þagirdên
xwe re amade kiribûn dan nasandin. Em ê di nêzîk de materyalên
Mamosta þêrînê û þagirdên wê di malpera xwe de
biweþînin.

Paþê
grûba mamosteyên kurmancî û ya soranî cihê cihê civiyan. Mamosteyên
kurmancî li ser bernameya lîseyê û termên matematîkê xebata
xwe domandin. Yên soranî li ser programa polên 8-9 û materyalên
dersê xebitîn.
Bernameya
salane ya lîseyê
Ji bo perwerdeya zimanê zikmakî ya di asta lîseyê de ji aliyê
Haydar Diljen ve bernameyek hat pêþnîyarkirin.
Ev pêþnîyar ji aliyê beþdaran ve bi rengekî gelek
germ hat munaqeþekirin. Mamoste dê piþtî konferansê
jî li ser vê bernameyê hûr bibin û (ku hebin) dê pêþnîyarên
xwe yên ji bo baþtirkirina bernameyê biþînin û
paþê ew bername dê wek bernameya pêþnîyar bê bikaranîn.

Termên
Matematîkê
Piþtî munaqeþeyên li ser bernameya salane ya lîseyê,
li ser termên matematîkê xebat hat domandin. Mahmûd Lewendî
pêþnîyarek amade kiribû. Ev pêþnîyar bi piranî
li ser termên Enstîtuya Parîsê hatibû avakirin. Ji ber kêmbûna
wext, ji lîsteya ku Mahmûd Lewendî amadekiribû çend termên
ku mirov bêtir bi kar tîne hatin hilbijartin û piþtî
munaqeþeyan bikaranîna wan hat pejirandin.

| kurdî |
swêdî |
tirkî |
| komkirin |
addition |
toplama |
| zêdek |
plus |
artý |
| nîöana
komkirinê |
plustecken |
artý
iþaretî |
| carandin |
multiplikation |
çarpma |
| jêderxistin |
subtraktion |
çýkarma |
| parvekirin/dabeþkirin |
division |
bölme |
| komînek/yekûn |
summa |
toplam |
| çarçik/
kare |
kvadrat |
kare |
çargoþe
|
fyrkant |
dörtgen |
| sêgoþe |
triangel |
üçgen |
| goþe |
vinkel |
açý |
| wekhev |
lika
med |
eþit |
Lîsteya termên matematîkê ya ku Mahmûd Lewendî amede kirîye
gelek dirêj e. Em wê lîsteyê jî wek pêþnîyar diweþînin.
Di nîv saeta dawî ya konferansê de Nasirê Husamî li ser rewþa
kurdî ya li Kurdistana Îranê agahdarî dan. Konferans bi axaftina
Mudûrê Navenda Duzimanî ya þaredarîya Vesterosê (Västerås)
bi dawî hat.

Atmosfera
konferansê herdu rojan jî gelek germ bû. Danustendinên gelek
dostane di navbera mamosteyên kurdî de pêk hatin. Mamosteyan
pêþnîyar kirin ku konferansa pêncem sê roj be. Herweha
ji alîyê Remzî Kerîm ve hat pêþnîyarkirin ku di konferansa
bê de divê mamosteyek tîpên kurdî yên latînî hînê mamosteyên
soranî bike û mamosteyek jî tîpên kurdî yên erebî hînê mamosteyên
kurmancî bike. Ev pêþnîyar bi awayekî gelek germ hat
pêswazîkirin.

Ahmad
MM Osman û Zerê Yusuf çima nehatin konferansê?
Me di dema plankirina konferansê de ji Zanîngeha
St Ptersburgê (Leningrad) kurdolog Zerê Yusûf û ji Wezareta
Perwerdeyê li Hewlêrê jî Ahmad MM Osman ezimandibû konferansê.
3-4 roj berî konferansê em pê hesîyan ku birayê berêz Zerê
wefat kirîye û loma ew nikare beþdarê konferansê bibe.
Lê berêz Ahmad MM Osman beþdarê konferansê nebû û tu
xeber jî neda me. Heta niha jî em nizanin çima beþdar
nebû. Erka beþdarbûna konferansê wezîrê perwerdeyê berêz
Abdul Aziz Taib dabû wî. Nameya berêz Abdul aziz Taib ya di
vê derbarê de li ba me ye.
Me
mehek berî konferansê hemû belgeyên ku ji bo vîzeyê pêwîst
bûn jê re þandin. Me ji bo vîzeyê bi Sefareta Swêdê
ya Amanê re peywendî danîn. Sefaretê vize da. Me çend
caran li gel Buroya KRG (Nûneratîya Hukmata Herêma
Kurdistanê) ya Stockholmê peywendî danîn. Konferansa
me derbas bû, lê heta niha ne me, ne jî KRG buroya Stockholmê
þopa berêz Ahmad MM Osman bi cih kirîye. Em hêvîdar
in ku Wezareta Perwerdeyê ya Hewlêrê û Mahmût MM Osman ji
þaredarîya Vesteros (Västerås) û Dayreya Pêþvebirina
Dibistanan ya Swêdê re îzeh bike, gelo Mahmûd MM Osman çima
nehat Konferansê. Sefareta Swêdê ya Amanê di 27 û 29ê adarê
de bi telefonê li þaredarîya Vesterosê (Västerås) gerîye
û got “Em Ahmad MM Osman nabînin ku vizeyê bidin wî”. Em di
vê derbarê de li hêvîya bersiva Wezareta perwerdeyê ne.



Rojhelat Tv herdu rojên konferansê jî kiþandin
û dê di rojên pêþ de biweþîne.
Herweha Rodyoyaya Swêdê beþa kurdî
jî bi mamoste Remzî Kerîm re hevpeyvînek
kir û weþand. Gelek malperên kurdî
li ser konferansê nivîsîn.
Heta
konferansa pêncem bimînin di xweþîyê de.
Wêne/foto
2006-04-01
Ninivîs û wêne: Haydar Diljen
|