
Şagirdên perwerdeya zimanê zikmakî bi gelek zimanên cihê hunera xwe ya pirzimanî û pirkulturî nîşan dan. Axaftin hatin kirin, helbest hatin xwendin, govend hatin gerandin, stran hatin gotin û pêşengeh hatin li dar xistin.
Şagirdên kurd li gelek şaredarîyan beşdarî çalakîyên 21ê sibatê, roja navneteweyî ya zimanê zikmakî bûn û ji kultura kurdî nimûne pêşkêş kirin. Ji wan şaredarîyan yek jî Şaredarîya Vesterosê (Västerås) û Goteborgê bû.

Li Vesterosêv 600 kes beşdarî pîrozbahîya roja zimanê zikmakî bûn.
Pîrozbahîyên li Vesterosê (Västerås):
Li Vesteråsê Şahîya pîrozbahîya 21ê sibatê di rengê karnevaleka pirkulturûrî û pirzimanî ya navneteweyî de hat pîrozkirin. 600 kes beşdarî pîrozbahîyê bûn. Bi 25 ziman û kulturên cihê û bi cilên (kincên) gelêrî yan jî neteweyî helbest hatin xwendin, govend hatin gerandin, dans hatin nîşandan, stran hatin gotin.
|
|
|
Mudûrê perwerdeya zimanê zikmakî Joachim Götz şahî vekir. |
Şagird û mamasteyên kurd hem di plankirin hem jî di pêkanîna vê pîrozbahîyê de roleka çalak lîstin. Şagirdên kurd yên lîseyê helbestên kurdî xwendin, wek du grûbên govendê, bi cilên kurdî, ji her alîyên Kurdistanê govenda kurdî pêşkêş kirin. Mamosteyê kurdî Nîşan Bamernî tembûr da nasandin û bi tembûrê çend stranên kurdî pêşkêş kirin.
|
|
| Şagirdên kurd di kulîsê de li hêvîya dora xwe ne |
Pîrozbahîyê bala çapenanîyê jî kişand ser xwe. Televizyona Rojhelat, Televizyoneka Somalî, û Televizyona Swêdê redaksiyona herêmî fîlmên şahîyê kişandin û bi beşdaran re hevpeyvîn çêkirin. Herweha Rojname û radyoya herêmî, rojnameya Şaredarîyê jî beşdarî şahîyê bûn. Radyoya Swêdê redaksiyona herêmî bi awayê zindî şahî weşand.
|
|
| Ji Başûr û Rojhelat govenda kurdî |
Ji şahîya Vesterosê çend wêneyên din
|
|
| Ji Başûr, Bakur, Rojhelat û Başûrê Rojava govenda kurdî |
|
|
| Şagirdên kurd yên lîseyê helbestan dixwînin. |
|
|
| Pêşkêşvanên bernameyê: Fariya Omar û Samuel. |
|
|
| Zarokên taylandî bi cilên xwe dansa gelê xwe pêşkêş kir. |
|
|
| Zarokên kazak bi cilên xwe dansa gelê xwe pêşkêş kir. |
|
|
| Zarokên somalî bi cilên xwe stranên xwe pêşkêş kirin. |
|
|
| danseka kazaxî |
|
|
| Çend şagirdên kurd bi cilên kurdî |
Ji bo pirtir foto bitikîne: Vesteros
Tekst û wêne: Haydar Diljen
Li Goteborgê
Bi alîkarîya Daîreya Perwerdeyê ya Goteborg/Biskopsgården şagirtên kurd û sirb di 21ê sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî de gelek çalakî pêşkêş kirin. Şagird û mamosteyên zimanê zikmakî bi çalakîyên piralî li dibistanan û kitebxaneyan 21 sibatê Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî pîroz kir.
|
|
| Mamosteyên kurdî li Goteborgê di pêsengeha li ser Kurdistanê de |
Şagirtan ev roj bi dîlan, stran, helbest, wêne û gelek çalakîyên din pîroz kir.
Çalakîyên ji bo vê rojê dê heta roja înê, ango 24ê sibatê berdewam bikin.
Û herweha bi munasebeta vê rojê, di derbarê zimanê zikmakî de, çend konferens û semîner hatine plankirin.
Li Goteborgê Konferensa Zimanê zikmakî
Li Göteborgê, di 23ê sibatê de, bi munasebeta Roja zimanê zikmakî konferans hat lidarxistin. Rojnamevan û televizyonên Swêdî, kurdî, bosnî û serbî hatibûn vexwandin. KurdSat, rojnamevanên bosnî û serbî di konferansê de amade bûn. Û herweha nûnerên Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê (Myndigheten för skolutveckligen), midûr û mamosteyên gelek dibistanên Göteborgê, dê û bav, mamosteyên zimanê zikmakî bi gelek sagirtên xwe re di konferansê de amade bûn. Di konferansê de, bi giranî, li ser girîngîya zimanê zikmakî hat rawestandin.
Konferans bi serkeftî bû û ji bo sala bê pêşnîyar hate kirin ko Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî bi awayekî hîn ferehtir bê pîrozkirin.25/02
Ji bo pirtir foto bitikîne: Goteborg
Tekst û wêne: Tehsîn Aslan
Borlenge (Borlänge)
Li Swêdê li bajarê Borlengeyê (Borlänge) jî bi awayê pêşengeh, civîn, dersên agahdarîyê, muzîk û govend Roja Navneteweyî ya Zimanê zikmakî hat pîrozkirin. Mamoste û şagirdên kurdî bi awayekî gelek çalak beşdarî pîrozbahîyê bûn.

Şagirdên kurd di du deresxaneyên cihê de li ser kurdan bernameyek amede kirin. Di bernameyê de fîlm, agahdarîyên li ser cografya, ziman û çanda kurdan, govend û stran hebûn. Di heman bernameyê de ji çar parçeyên Kurdistanê şeş şagirdên bi serpêhatîyên xwe rewşa Kurdistanê ji hevalên xwe yên swêdî û yên ji welatên din re anîn zimên. Fîlmekî kin yê heft deqeyî hat nîşandan. Ev fîlm di 1992an li gundekî Kurdistana Başûr hatîye kişandin û perwerdeya wê demê tîne zimên.
15 Sinifên dibistanê yeko yek çûn cihê bernameya şagird û mamosteyên kurdî û ew guhdar kirin. Peyva ”aştî” bi gelek zimanan hat nivîsîn û ji beşdarê şahîyê re hat belavkirin. Behsa rewşa zimanê kurdî hat kirin û ji peyvên kurdî nimûne hatin dayin.
Li Borlengeyê (Borlänge) nifûsa kurdan li derdora 1200î ye û 130 şagird beşdarî perwerdeya kurdî dibin. 4 mamoste dersa kurdî didin.


Josef Azad Erdem















