21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye. Ev roj her sal li welatên ku endamên UNESCOyê ne bi çalakîyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in:
1. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
2. Bilindkirina famdarîya ji bo civakeka pirçandî
3. Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng
Ev roj ji aliyê UNESCOyê ve hat îlankirin
Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin. Mudûrê Giþtî yê UNESCOyê Koîcihiro Matsuura beþdarî seremonîyê bû û konferans vekir. Serokê NY (Neteweyên Yekbûyî) Kofî Annan jî mesajek þand vê konferansê.

Afîşê UNESCOyê ji bo pîrozkirina 2007an (english)
Afîşê UNESCOyê ji bo pîrozkirina 2007an (Kurdî)
Çima 21ê sibatê?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.
Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand
Çalakîyên li Swêdê
Ev roj dê îsal li Swêdê jî li hemû şaredarîyan bi semîner, axaftin, pêşengeh, muzîk, dans, pêşpirke û hwd. bê pîrozkirin. Bi munasebeta vê rojê, hem bi çalakîyan hem jî bi medyaya netewî û herêmî dê awira giştî li ser girîngîya zimanê zikmakî bê agahdarkirin.

Dayreya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för Skolutveckling), girîngîyeke mezin dide çalakîyên vê rojê.
Şagirdên kurd jî dê li şaredarîyan bi helbest, axaftin, stran û govenda kurdî vê rojê pîriz bikin. Em ê çalakîyên şagird û mamosteyên kurdî di malpera xwe de biweşînin.
Ji arşîvê çend nivîsên din:
Çalakîyên 21ê sibatê 2006
Çalakîyên 21 sibatê 2005
Diyarîya 21ê sibatê: 10 fîlmên zarokan, 2005
Çalakîyên 21ê sibatê 2004
Dîtinên şagirdên lîseyê yên di derbarê zimanê zikmakî de, 2004
19-02-2007
HD/Dibistana kurdî



