Gotebotg
Li Swêdê li bajarê Göteborge mamosteyên kurd, îsal careke din li gel mamosteyên sirb û makedonî roja zimanê zikmakî pîroz kir. Bi serpereştiya mamosteyên kurd Taban xan û Lanja xan çend dîmen ji jiyan û kultura kurd ya gelerî bi cilûberg û xwendina çîrokên kurdî li kitêbxaneya Bjurslätt pêşkêşî temaşevanan hate kirin. Gelek şagird li gel dayik û babên xwe bi cilûbergên kurdî ên renga reng tevî pîrozbahîyan bûn. Û herweha midîr û mamostêyan serî li pêşengehê dan, guh li xwendina çîrokên kurdî girtin û agahdarî di derbarê kurd û kultura kurdan de wergirtin. Pêşengehê sê rojan bi serfirazî dewam kir.
Tehsîn/Göteborg
Tekst û dîmenên pîrozbahîyê
Swêd: Västerås Borlänge Borlänge-Josef Gävle Sundsvall Stockholm Göteborg Botkyrka
Kurdistan: Amed
Tirkîye: Stenbol



