Tema modersmål - nordkurdiska

Zarok bi zimanê dê û bavê xwe gixînî dikin

Ji bo çapkirinê



jinda-gixini

Li gor lêkolîneke nû*, zarokên gelek biçûk ne bes dikarin dengê dê û bavê xwe ji hev veqetînin, her wiha ew bi zimanê xwe yê zikmakî gixînî jî dikin.


Lêkolîneke nû nîşan dide ku qîjîna zarok ya herî pêşî, ji aliyê wî zimanê ku dema zarok hîn di zikê diya xwe de bûye bihîstiye forma xwe digire. Lêkolînerên ku li Almanya û Fransayê gixînî, qîjîn û giriyê zarokan dane ber hev gihîştine vê encamê. Di navbera vê encamê û zanyariyên ku heta niha di vî warî de dihatin zanîn de cawaziyên girîng hene. Heta niha dihat zanîn ku zimanê zarokên nûzayî ango bebekan zimanekî navneteweyî ye, lê ev lêkolîn vê yekê pûç dike.

Lêkolînên berê nîşan dabûn ku zarokekî/a di zikê diya xwe de 7-9 mehî, dengên ku ji der ve tên dibihîze, bi taybetî ku ev deng wek muzîk ya jî axaftin bi melodî bin. Ji berê de tê zanîn ku zarok hîn di zikê diya xwe de ne dengê dê û bavê xwe nas dikin. Û her wiha ew di vê demê de fêm dikin ka kesên ku dipeyivin kêfxweş yan jî qeherî ne, ango esebî ne. Lê mirov nizanibû ku zarok hîn di zikê diya xwe de ne dikarin zimên teqlîd jî bikin.

Li Zanîngeha Wurzborgê, tîmeka lêkolîneran di pêşengiya Kathlenn Vermke de qîjîn û gixîniya (gixe-gixa) 60 zarokan qeyd kiriye û paşê anlîz kiriye. Temenê van zarokan ji sê heta pênc rojî bûye. Nîvê van zarokên di malbatên frensîaxêf de hatine dunyayê û nîvê din jî di malbatên almanîaxêv de.

Encamên vê lêkolînê nîşan da ku zarokên frensî bi ahengeka (ton) dirêj ya bilindbûyî qîjiyane, lê yên almanî dema ku qîjiyane ahengeka kin ya nizmbûyî bi kar anîne.

Wermle dibêje, “Ev zanyarî nîşan didin ku qîjîniya zarokên nûzayî (berşîr) bingeha pêşveçûna zimanê wan pêk tîne.”Ev lêkolîn dê di hejmara bê ya kovara zanistî ya bi navê “Current Biology” de bê nasandin.

Her wiha ev lêkolîn destekê dide teoriya ku dibêje “ji bo zarokekî/ê dem dikêşe heta ku bikaribe zimanekî bi dest bixe, ji ber ku şertên fizîkî pêk nehatine. Wek mîsal, zarokek dikare di 12 mehiya xwe de dengdaran teqlîd bike, lê berê 12 hefteyan nikare vê yekê bike ji ber ku mercên fizîkî destûrê nadin.

Lêkolîner dibêjin, “Tê texmînkirin ku zarokên nûzayî, bi heweseke mezin tevgerên diya xwe teqlîd dikin ji bo ku bala wê bikşînin ser xwe ku girêdana xwe ya bi wê re bi hêztir bikin.”Aliyê melodîk yê axaftina dayikê yekem tişt e ku zarokên nûzayî ji bo teqlîdkirina dayika xwe îkna dike.”

Min dema ku encamên vê lêkolînê xwendin, ez carek din li ser rewşa zimanê kurdî fikirîm. Ji bo min jî gelek eşkere bû ku pêvajoya ziman ya xwezayî di zikê dayikê de dest pê dike. Lê tesîra zimanê dayikê ya li ser “ziman”ê gixînŞikirina (xidêxêdi) zarokan ji bo min jî tiştekî nû yû. Ev lêkolîn diyar dike ku her dayik û bavê kurd, ku dixwazin zarokên wan kurdiyeke xwezayî ya baş hîn bibin divê hîn ku zarok nehatiye dunyayê bi hev re û bi derdora xwe re bi îstîkrar bi kurdî biaxifin. Gixîniya zarokan bingeha pêşveçûna zimanê dayikê ava dike û riyên deng jî li gor vê yekê formekê didin xwe û pêş dikevin.

Ez vê havînê li Amedê pêrgî malbateka kurd hatim. Em şevekê bi hev re li parkekê rûniştin û me sohbet kir. Bav, kurdekî kurmanc yê ji Nisêbînê bû. Dayik kurdeka dimilî ya ji Sêwregê bû. Zarokekî wan yê 6 salî hebû. Navê wî Arîn bû. Dema ku zarok bi bavê xwe re dipeyivî bi kurdiyeke gelek paqiş û li gor salên wî dewlemend ya bi devoka Nisêbînê diaxifî/diştexilî, lê dema ku berê xwe dida dayika xwe bi dimilkiyeke gelek baş ya Sêwregê dipeyivî. Te digot qey li Sêwregi di malbateka dimilkîaxêf de jiyaye. Heman zarok, ango Arîn, dema ku ji ba me çû nav zarokên ku di temenê wî de bûn û li koşeyeka parkê dilîstin, me dît ku bi tirkî bi wan re dipeyive. Mixabin li navenda Amedê, ji “zarokên bajarî”, yên ku bi hev re bi kurdî diaxifin pir hindik in. Loma Arîn jî neçar bû ku bi wan re bi tirkî biaxife.

Hêjayê gotinê ye ku hem dayik hem jî bavê Arîn zanîngeh xilas kirine. Berî ku bi hev re bizewicin biryar dane ku bi zarokên xwe re bi her du zaravayên kurdî biaxifin. Li ser vê biryara xwe sekinîne û bi ser jî ketine. Mixabin, ji ber sedemên ku tên zanîn, di nav kurdên ronakbîr de nimûneyên weha ne pir in, lê di van salên dawî de pirtir dibin. Mînak Arîn nîşan dide, ku mirov bixwaze, dibe.

Ez li Amedê û hin bajarên Bakurê Kurdistanê yên din jî kesnan nas dikim ku hem dayik hem bav bijîşk, mamoste yan jî xwendineke din ya bilind kirine û bi zarokên xwe re bi kurdî xeber didin. Ev tendens divê xurttir bibe. Gelek lêkolîn û tecrubeyên cîhanê nîşan didin, zimanê ku ji aliyê zarokan ve neyê axaftin û di dibistanan de neyê xwendin pêşeroja wî zimanî tarî ye. Jixwe kurdên ku li taxên li dûra navenda bajaran û li gundan rûdinin bi kurdî diaxifin. Heta mirov dikare bêje ku heta niha barê parastina kurdî li ser pişta wan bû. Divê kurdên bajarî jî êdî xemsariyê di warê zimanê me de li ser xwe bavêjin ku nimûneyên ku min li jorê dan pirtir bin ku zimanê me bibe “zimanê bajariyan” jî.

Çavkanî :
1. Rojnameya Svenska Dagbladet-SVD, 06.11.2009
2. Malpera Temaya zimanê zikmakî ya Dayreya giştî ya dibistanan ya Swêdê
3. Malpera radyoya zanistî ya Swêdê: www.sr.se 


Haydar Diljen
>>>Azadiya Welat, 24/11/2009