Tema modersmål - nordkurdiska

Programeke Tv ya li ser Kurdistanê

Ji bo çapkirinê

kurdistan-svt



SVT2, Televizyona Swêdê kanala 2:em, programek li ser Kurdistanê amade kir û ji 3ê vê mehê pê ve 5 caran weşand. Li gor lêkolînekê Li Swêdê  400 hezar kesan li vê programê temaşe kiriye. Di programê de behsa dîroka kurdan ya 1000 salan, bi taybetî dema komara tirkiyê tê kirin.

Program bi giranî li ser Bakurê Kurdistanê ye. SVT, vê programê di malpera xwe de bi van hevokan dide nasîn: "Îro 25 milyon kurd li herêmeka  ku di navbera çend dewletan de hatiye perçekirin de dijîn. Gelek caran ji bo kurdan soz hat dayin ku ew bibin xwedî dewleta xwe. Lê ev soz tu carî bi cih nehat. Berevajîyê vê yeka ha dîroka kurdan bû dîroka zordestî û tehdeyê.  Sabîha Otlu welatekî ku wê nikaribû bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyive li cih hişt. Îro ew li Şaredariya Vesterosê (Västerås) wek mamoste kar dike û ew xeyal dike ku ew dê rojekê bikaribe vegere Kurdistaneka azad.

Çêker û rêvebirê bernameyê Jonas Magnusson e.

Program li ser malpera SVT2 heye. Kesên ku bixwazin dikarin lê mêze bikin.

>>> program