
Qanûna zimên ya nû ya Swêdê (2009:600) îmkanên ji bo zimanê zikmakî bi hêztir dike. Benda 14, xala duyem ya vê qanûnê weha ye:
"Kesên ku xwedî zimanekî zikmakî yê din in, divê jê re îmkan bên dayin ku zimanê xwe pêş ve bibin û bi kar bînin." Ji bo pêkanîna bendên vê qanûnê dewlet, şaredarî û karmendên wan perpirsiyar in.


