Tema modersmål - nordkurdiska

Li Tirkîyê dibistan ketin betlaneyê

Ji bo çapkirinê

ziman-dixwazim2010-2
Li Tirkîyê 15 milyon şagird û 650 hezar mamoste ketin betlaneyê (tehtîlê). Betlane dê heta 8ê sibatê bajo.
Şagirdan karneyên xwe girtin. Lê îsal jî şagirdên kurd ji heyecana karneyên kurdî bê par man.
Kurdî hîn jî li dibistanên Tirkîyê qedexe ye. Zagona (qanûn) bingehîn ya Tirkîyê xala 42yê weha dibêje: ”Mirov di dibistanên Tirkîyê de nikare bêyî tirkî zimanekî din wek zimanê zikmakî hînî hemwelatiyên Tirkiyê bike.”


 Bi vê xalê ve girêdayî, bi dehan zagonên din de xalên ku kurdî qedexe dikin hene. Ji bo zarokên kurd pirsa perwerdeyê ya herî girîng ev e.


Bêyî vê pirsê jî sîstema perwerdeya Tirkîyê heta qirikê di nav pirsgirêkan de digevize. Temamê sîstemî li ser îdolojiyeke nîjadperest û şoven hatiye avakirin. Ji pirtûkên dersê bigirin heta qanûna perwerdeyê ev yek bi awayekî gelek qebe dixuye.


Alîyekî din yê sîstema perwerdeya tirk heye: Ew jî reqabet e. Zarok hîn di pêşdibistanê de xwe di nav reqabeteka nedîtî de dibînin. Ew reqabet carinan di bin navên ”teşekurname”, ”taktîrname” ya jî ”karne” û ”azmûn”ê de tê sorkirin. Ev jîngeha ”perwerde”yê li ser psîkolojiya zarokan bandoreke gelek xirab dike.

Zarok ji pola yekê heta ku zanîngehê diqedînin ji azmûnekê (îmtîhan) baz didin azmûneke din. Di eslê xwe de ev betlanên ku hene jî ji bo zarokan tiştekî îfade nakin. Ji ber ku zarok di betlanan de jî diçin kursên taybetî ku bikaribin bikevin dibistanên ku ew ya jî malbatên wan dixwazin. Ev yek hem ji bo aboriya malbatan barekî giran e hem jî li ba zarok û malbatan dibe sedemê streseke giran. Zarok di warê civakî de jî paş de dimînin, ji ber ku bêyî xwe amadekirina ji bo azmûnan nikarin bi heval, xisim û malbata xwe re zaroktiya xwe bijîn. Bi ser de jî hin malbat zarokên xwe mecbûrî kursên hînbûna Quranê dikin. Barê zarokên ji malbatên weha sêbare girantir dibe.


Em hêvîdar in ku dêûbavên zarokan li malê îmkanên wisa peyda bikin ku zarok bikaribin di vê betlanê de, bêyî ku dibistan û dersan bifikirin vehêsin, ango westa xwe bigirin. Ji bo wê jî têra xwe rakevin, bi hevalên xwe re bilîzin, bi malbat û cîranên xwe re serdanan pêk bînin, herin konser, şano, sînema û pêşengehan. Bi vê hêvîyê em ji şagirdên delal re betlaneyek bi aramî û kêfxweşî dixwazin.

24-01-2010
Haydar Diljen