Tema modersmål - nordkurdiska

Malpera matematîka bi kurdî

Ji bo çapkirinê

matematik

Ev çend roj in ku malpereke nû li ser înternetê di weşanê de ye. Navê malperê www.matematikakurdi.com e. Ev malper bi babet û naveroka xwe ji yên din gelek cudatir e. Ew bi vê naveroka xwe ya girîng valahîyekê dadigire. Berpirsiyar û moderatorê malperê Hesen Guneylî ye.

Hesen Guneylî ev çend sal in ku malpera www.endezyar.org jî amade kiriye. Ev maper jî di babeta xwe de malpereke nû yeHin nivîsên vê malperê werger in û hin jî ji nû ve hatine nivîsîn. Her kesê ku bibe endamê malperê dikare nivîsan binivîse yan jî biguherîne..

Em Hesen Guneylî ji bo xebata van herdu malperên hêja pîroz dikin û hêvîdar in ku kurd wan bi kar bînin ku zimanê me di vî warê zanyariyê de jî bi pêş bi keve.