
Mîa Lîndh, li Swêdê li bajarê Vesterosê, li Navenda Duzimanî ya Şaredariyê bû şefa perwerdeya zimanê zikmakî û swêdîya ji bo zarokên biyaniyan. Ew ji nav 12 kesên ku ji bo vî karî serî lê dabûn hat hilbijartin. Hêjayê gotinê ye ku Mîa Lîndh du caran bi şagird û mamosteyan re çûye serdana Amedê û bi nûnerên gelek sazîyên sivîl, şaredarî û dewletê re hevdîtin pêk anîne.
Mîa Lîndh, ev bû nêzî çar sal in ku li bajarê Vesterosê wek şefa beşa perwerdeya zimanê swêdî ya ji bo zarokên biyanî yan kar dike. Ew di karê xwe de gelek serketî bû. Mîa Lîndh yek ji wan kesan e ku pirsên perwerdeya pirzimanî, pirçandî û mafê mirovan baş dizane.
Kurd, Mîa lîndh ji "Projeya Amedê" û konferansên mamosteyên kurdî yên Swêdê dinasin. Wek min li jorê jî got, ew bi min û Sabîha re di rêveberiya "Projeya Amedê" de bû. Di çarçoveya vê projeyê de du caran bi mer e hat Amedê. Li Amedê bi Osman Baydemir, Abdullah Demirbaş, nûnerên Enstîtuya Kurdî, Kurdî-Der, Egitim-Sen, SELÎS, Mudûriyeta Perwerdeyê ya herêma Amedê, Lîseyên Cumhurîyet û Namik Kemalê, Şaredariya Erxeniyê re hevdîtin pêk anîn. Herweha wê du caran li Erxeniyê Şikeftên Hîlarê, li Ruhayê Baraja Ataturk, Gola Xelîl Rehman û gelek cih û dezgehên din jî ziyaret kirin.
Dema ku grûbek mamoste û şagirdên kurd ên lîseyê ji Amedê hatin bo Swêdê jî Mîa Lîndh bi me re di grûba pêşwazîkirinê de bû.
Mîa Lîndh di konferansa me ya pêncemîn de li ser "Derfet û amadekirina projeyên peywendiyên navneteweyî" axaftinek pêşkêş kir.
Mîa Lîndh, dê li ser navê Şaredariya Vesterosê (Västerås), fermî bibe xwediya malpera "Dibistana Kurdî" jî. Ango ew ê di xebata malpera Dibistana kurdî de jî me re be. Em wek redaksiyona Dibistana Kurdî ji Mîa Lîndh re serkeftinê dixwazin û em hêvîdar in ku di dema şefitiya wê de Navenda duzimanî geştir bibe.
Mîa Lîndh dê di yekê hezîranê de dest bi karê xwe yê nû bike. Ew zewicî ye û xwedîya du zarokan e.
>>>Wêneyên Mîa Lîndh ji "Projeya Amedê", 2005-2007
18.04.2010
DK/H. Diljen


