
Ez di gulanê de li Kurdistanê bûm. Ez beşdarê Mîhrîcana Cizîrê û gelek çalakiyên din bûm. Min li Amedê, Cizîrê û Nisêbînê gelek serdan pêk anîn. Yek ji wan serdanan, serdana "mamoste Medya" û malbata wê bû.
Ez û Şerîfe Ozçelîk em çûn serdana mamoste Medya û malbata wê. Rêbera min Şerîfe gelek zîrek bû. Ji Derîyê Çiyê heta Derîyê Mêrdînê, me di nav wan kuçeyên Amedê yên deng û di nav "pilingên bêrîkan" re xwe gihand mala Medyayê.
Şerîfeyê carekê jî rê şaş nekir. Ez heyirîm!
Em li mala Medyayê bi awayekî gelek germ hatin pêşwazîkirin. Diyariyên ku şagirdên min ên lîseyê ji Swêdê bi min re şandibûn min dan Medyayê. Wê spasiyên xwe ji şagirdên min re şandin. Me bi hev re tûyên Amedê yên navdar ku di hewşa wan de jî hebûn, xwarin; me bi hev re çay vexwar û sohbetek germ kir.

Kêfa Medya û malbata wê di cih de bû. Vê yekê kêfa me jî xweştir kir. Şagirdên wê li dorhela wê bûn. Wisa dixuya ku Medya di xebata xwe de biryardar bû. Ew niha xebata xwe di "Navenda çand û ziman a Astrîd Lîndgren"ê de didomîne. Mamoste Şerîfe Ozçelîk jî alîkariya wê dike.
Bijî mamoste Medya! Dilê me bi te re ye.
Dibistana Kurdî/HD


