Tema modersmål - nordkurdiska

Şahîya qedandina lîseyê ya şagirdên kurdî

Ji bo çapkirinê

lise-avslutning-2010

Li Swêdê li bajarê Vesterosê 12 şagirdên kurd lîse qedand û karneyên xwe yên kurdî girtin. Mamoste û şagirdên kurdî ji bo vê yekê seyranek amade kir.

Şagird, malbat û mamoste beşdarî seyranê bûn. Seyranê bi xwarinên kurdî dest pê kir. Şagird û malbatan li malê xwarin çêkiribûn û anîbûn seyranê. Beşdarên şahîyê bi hev re xwarinên kurdî yên ji çar parçeyên Kurdistanê xwarin.

Şahîyê bi sermonîya pîrozkirina şagirdên ku îsal lîseyê diqedînin berdewam kir. Şagirdên lîseyê yên polên yek û didoyan hevalên xwe yên ku mezûn bûn bi gulan pîroz kirin.

Paşê beşdaran bi hev re hin pêşbirke pêk anîn, lîstik lîstin û govend gerandin. Şahî gelek germ û bi kêfxweşî derbas bû.

Îro li Swêdê li bajarê Vesterosê germî 25 derece û dunya bi tav bû. Vê hewaya xweş jî alîkarî kir ku şahî xweştir bibe.





Hêjayê gotinê ye ku şagirdên ku îsal lîse qedandin ji Bakur, Başûr, Rojhelat  û Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne. Ew bi du zaravayên kurdî, kurmancî û soranî, dixwînin.

 Li Swêdê ji 10 hezarî pirtir û li bajarê Vesterosê jî nêzî 500 zarok û ciwanên kurd beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Ev şagird ji her çar perçeyên Kurdistanê ne.



Li Swêdê merasimên qedandina lîseyê bi awayekî gelek taybetî û şahîyên mezin tên lidarxistin. Îsal piraniya merasiman dê di 11ê hezîranê de pêk werin.


>>> Wêneyên şahîyê/bilder: