
Çaremîn Konferansa TZPKurdî, Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî, di 23-24-25ê tebaxê de pêk hat. Encamên konferansê bi daxuyanîyekê hatin aşkerekirin. Di daxuyanîyê de tê diyarkirin ku dibistanên Tirkîyeyê dê di hefteya pêşî ya vekirina dibistanan de bên boykotkirin. Konferans piştgiriya xweseriya demokratîk dike û zextên li ser rojnameya Azadiya Welat şermezar dike. Di daxuyanîyê de tê ragihandin ku Xecê Şen, Mevlut Aykoç û Remzî Azîzoglu wek berdevkên TZPKurdî hatine hilbijartin.

Biryarên konferansa TZPKurdî ev in:
1- Ji bo avakirina pergala perwerdehiyê wê mufredat û pirtûkên dibistanan ên heta refa-8'an werin amadekirin.
2- Divê ji bo dema ku dibistan vedibin li her deverê çalakiyên protestokirinê bên lidarxistin û hefteya yekemîn dibistan bên boykotkirin. Di hefteya boykotkirinê de ji seretayî heya zanîngehê xwendevan bi malbatên xwe re di tevahiya wê hefteyê û piştî wê jî daxwaznameyên fermî yên ku tê de daxwaza mafê perwerdahiya bi zimanê dayikê dikin bibin û bi hezaran bikevine rêzê û radestî saziyên pêwendîdar ên dewletê bikin.
4- Divê tevahiya xebatkarên rêxistin û saziyên kurdan di perwerdehiya zimanê kurdî re derbas bibin.
5- Dê li ser zaravaya dimilkî komxebatek were lidarxistin.
6- Em girtina Rojnameya Azadiya Welat şermezar dikin û ji bo ku rojnameya Azadiya Welat di Kurdistanê de bibe rojnameya yekemîn, divê her cure xebat werin pêşxistin.
7- Divê êdî li dadgehan parastin bi kurdî werin kirin.
8- Konferansa me bang li esnaf û karsazên kurd dike ku navên dikanan bike kurdî, bi vê mebestê divê serlêdanên komî werin kirin.
9- Di pêvajoya avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de divê ji navê bajarên mezin heta navçe û gundan, ji kolanan heta cihê kargehên kurdan divê hemû navên cih û waran bibin kurdî.
10- Bila siyasetmedarên me bizanibin ku her axaftineke bi tirkî ji pişaftin û xwepişaftinê re xizmetê dike. Em bang li siyasetmedarênk kurd dikin ku xwe ji vê nakokiyê xilas bikin, hînî zimanê nivîskî yê kurdî bibin û bi kurdî siyasetê bikin.
11. Divê 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî wek Newrozê bi coşeke mezin bê pêşwazîkirin û di asteke bilind de bê pîrozkirin... Îsal di pîrozbahiyan de dê Ehmedê Xanî cihekî taybet bigire.
12. Konferansa me bal kişand ser vê yekê ku pergala krêşan (pêşdibistanan) a niha bingeha pişaftinê xurt dike. Lewre jî heta ku derfet hebin divê em zarokên xwe neşînin van krêşan û ji xwediyên krêşan xizmeta bi kurdî bixwazin.
13. Konferans bang li meleyên kurd dike ku di rojên taybet de, bi nemaze di cejnên olî, Cejna Zimanê Kurdî û Roja Zimanê Dayikê de bi kurdî û di der barê girîngiya zimanê dayikê de we'zan bidin."


