
Li Swêdê sala xwendinê ya 2011/12ê îro dest pê kir. Ji pêşdibistanê heta lîseyê ji 10 hezaran pirtir şagirdên kurd dest bi xwendina kurdî kir. Mamosteyan hefteya derbasbûyî dest bi karên amedekarîyê kirin. Hema hema li hemû şaredarîyan mamoste beşdarê semînerên kompentensbilinkirinê bûn. Îsal mamosteyên kurdî dê vê pênşem û înîyê li bajarê Vasterasê di konferansekê de werin ba hev û pirsên perwerdeya kurdî nîqaş bikin û serpêhatiyên xwe bi hev re par ve bikin.


