Tema modersmål - nordkurdiska

Şagirdên lîseyê karneyên kurdî girtin

Ji bo çapkirinê

lise-11a

Li Swêdê li bajarê Vesterosê 10 şagirdên kurd lîse qedand û îro karneyên xwe yên kurdî girtin. Mamoste û şagirdên kurmancîaxêf ji bo vê yekê seyranek amade kir. >>>wêne-bilder

Şagird û mamosteyeyan bi kêfxweşiyek mezin bi hev re xwarin xwar, govend girt û lîstikên din lîstin.

Seyranê bi sermonîya pîrozkirina şagirdên ku lîse qedandin dest pê kir. Şagirdên lîseyê yên polên yek û didoyan hevalên xwe yên ku mezûn bûne û hemû mamosteyên kurdî bi gulan pîroz kirin.



Li Vesterosê ji 500î pirtir zarok û ciwanên kurd beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Ev şagird ji her çar perçeyên Kurdistanê ne.





Li Swêdê merasimên qedandina lîseyê

Li Swêdê merasimên qedandina lîseyê bi awayekî gelek taybetî û şahîyên mezin tên lidarxistin. Îsal piraniya merasiman dê di 10ê hezîranê de pêk werin.


Qedandina lîseyê bi merasimeke gelek mezin û taybetî tê pîrozkirin. Şagird cilên taybetî li xwe dikin û şewqeyên spî didin serê xwe. Hem di dibistanan de hem jî di qadên bajaran de bi konvoyên navgînên trafîkê yên cûrbicûr merasimên mezin çêdibin. Pîştî merasimên li lîseyan û nav bajaran li malan şahî berdewam dike. Xwediyên ciwanên ku lîseyê diqedînin dost û hevalên xwe ji bo xwarin û vexwarinê diezimînên mala xwe. Kesên ku diçin şahîya qedandina lîseyê, Li gel xwe diyarîyan jî dibin.

Îsal, li Swêdê, bi sedan şagirdên kurd jî lîse (amadeyî) qedandin û dîplomayên xwe girtin.



Di dîplomayên şagirdan de dersa kurdî jî cihê xwe digire.

>>>Ji sermonîya şagirdên kurd çend wêne/flera bilder

 

Ferhenga Kurdî-Swêdî

ferheng