Tema modersmål - nordkurdiska

Xebateka mînak: Projeya şagirdên kurd ên lîseyê

Ji bo çapkirinê

 proje1

Çar şagirdên kurd ên lîseyê di dersa swêdî de li ser Kurdistanê projeyek amade kir. Di çarçoveya vê projeyê de raporek jî amade kir. Do li Dibistana Rudbeckê projeya xwe ya 100 pûanî pêşkêşî mamosteyan kir û wan dereceya herî bilind, bi swêdî MVG, girt.

Şagirdên ku proje amadekirine ev in: Mahnaz Maulani, Menal Abdulla, Viyan Subhi û Yekbûn Demirel. Rêvebira projeyê mamosteya swêdî Pia Hernefeldt e. Ez jî yek ji endamê desteya nirxandinê bûm.

 Proje û rapora projeyê li ser kurd û Kurdistanê ye û ji van beşan pêk tê:

  • Dîroka kurdan: ziman û ol
  • Kurdên Bakur: PKK û DTP, BDP
  • Abdullah Demirbaş
  • Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê
  • Sîstema perwerdeyê ya Tirkîyê: Perwerdeya di asta pêşdibistan, dibistan, lîse û zanîngehê de
  • Qanûnên Tirkîyê yên di derbarê mafên kêmneteweyan de: Hemwelatî, perwerde, ziman
  • Mamoste Medya
  • Alîkarî ji bo xebat û piştgiriya wan a ji bo mamoste Medya
  • Çavkanî

 Hêjayî gotinê ye ku ev şagirdên ku ev proje amade kirine ji Bakur, Başûr û Rojhelat in û beşdarî perwerdeya kurdî jî dibin.

Em van şagirdên kurd pîroz dikin û hevîdar in ev xebata wan ya bi kalîte û bi wate ji bo ciwanên kurd ên din jî bibe nimûne. Her weha em hêvîdar in ku ew peywendiyên ciwanên kurd ên lîseyê ji bi salmezinan, bi taybetî ji bo rêxistinên kurd yên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê jî hin fikrên hevkariyê peyda bikin.
Em bi we serbilind in, hûn her bijîn!
Çend wêne ji dema pêşkêşkirinê:

proje5

proje3

proje4

proje6