Tema modersmål - nordkurdiska

Dibistana Kurdî çi ye?

E-mail Ji bo çapkirinê PDF

Ev malper beşek ji malpera Dayreya Karûbarên Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Skolverket) ye û xwedîyê wê Şaredarîya  Vesteros (Västeråsê) ye.

Armanca sereke ya vê malperê, hînbûn û pêşvebirina zimanê kurdî ye. Di pêvajoya perwerdeya kurdî de rola peywendiyên mamoste, şagird û malbatên kurd girîng e. Lewma ji vê projeyê hêvî ew e ku peywendiyên van aliyan hêsantir bike.

Ji bo pêşxistina vê projeyê, di sala 2001ê û bi vir de ye ku grûbeke xebatê hatiye avakirin:

* Haydar Diljen: mamosteyê kurdî û nivîskar
* Kamal Mavane: şarezayê komputerê
* Sabiha Otlu: mamosteya kurdî, swêdî, matematîk û pedagojîya taybetî
* Tahsîn Aslan, mamosteyê kurdî

Ev grûb berpirsiyara naverok û pêşxistina vê malperê ye. Grûb, karûbarên xwe li gor protokola ku di navbera Şaredarîya Vesterosê (Västerås) û Dayreya Karûbarên Peşvebirina Dibistanan de hatîye morkirin dimeşîne. Dayreya Karûbarên Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê vê projeyê fînanse dike.

Mamosteyên kurdî bi şagirdên xwe re dikarin di dersxaneyan de, malbat li malê bi zarokên xwe re, zarok li ser komputerên xwe, xwe bi xwe û komeleyên kurdan li komeleyan li gel endamên xwe yên biçûk û mezin dikarin ji vê malperê sûdê werbigirin.

Paşbingeh (background):

Ev malper di sala 2000î de ji aliyê Haydar Diljen ve bi navê “DILJEN-Dibistana Kurdî” hat amadekirin. Paşê Dayreya Karûbarên Dibistanan ya Swêdê (Skolverket) ev proje wek projeyeke pîlot pejirand û biryara geşkirina wê da. Şaredarîya bajarê Vesteros (Västeråsê) jî xwedîtiya vê projeyê girt ser xwe.  Bi vî awayî projeya “Dibistana kurdî” bû bingeha projeya “Temaya Zimanê Zikmakî” (Tema Modersmål) ku projeyeke girîng ya Dayreya Karûbarên Pêşvebirina Dibistanan e û ji malperên 29 ziman û zaraveyan pêk tê.

Di destpêka avakirina vê malperê de, di warê teknîka înternetê de, Mehdî Çilgin alîkarîyeka gelek hêja kir. Mehdî Çilgin, piştî demeke kin, dev ji webmasterîyê berda bi şûn de, Kemal Mavane ev kar hilgirt ser xwe û heta niha dimeşîne. Kemal Mavane, bi taybetî di warê desing de, rengekî gelek bedew da malperê. Lê niha êdî hin endamên grûbê yên din jî gelek xebatên malperê yên teknîkî bi cih tînin. Me di navbera 2000-2005an de çar caran “design”a malperê guhert.

Me di tebaxa 2003an de teknîka malperê guhert û em derbasî teknîka "php" bûn. Me ji sîstema "php" versiyoneka ku bi kêrî bikarhênerên malpera me tê afirand. Bi sîstema “php” peywendiyên malperê yên bi endam û mêvanan re, bi awayekî înteraktîf ango dualî û pir bi lez dimeşin.

Naverok:

Nûçe: Di vê beşê de em cih didin nûçeyên li ser ziman, wêjeya zarokan, materyalên dersê, cîhana perwerde û hîndekariyê û çalakîyên kulturî. Di nav beşên malpera me de yên ku herî pir tên xwendin ji wan yek jî beşê nuçeyan e.

Perwerdeya kurdî: Di bin vê sernivîsê de ev beş hene: Alfabe, dersên kurdî, rêzimana kurdî, planên dersê, pirtûkên dersê, Kurdistan, Newroz, berhemên şagirdan, kurdî li cîhanê, kultur-folklor, çîrok, lîstok, temrîn, pêkenok, e-pirtûk, agahî li ser endamên grûba xebatê.

Alfabeya kurdî: Li vir alfabeya kurdî bi nivîs, wêne û deng heye. Mirov dikare deng û tîpên kurdî temrîn bike.

Dersên kurdî: Dersên (wane) kurdî li gor salên şagirdan li çar sewiyeyan hatine dabeşkirin. Di bin her beşê de, li gor hin temayan, nivîsar û temrîn hene. Me cihekî girîng daye materyalên ji bo zarokên heta şeşsalî. Ev beş her tim bi nivîsarên dersê (wane) û temrînan tê dewlemendkirin.

Rêzimana kurdî: Naverokeke rêzimana kurdî hatîye bicihkirin. Li ser hin beşên rêzimana kurdî nivîs hatine nivîsîn û temrîn hatine amadekirin. Lê ev beş di qonaxa avakirinê de ye.

Ji bo mamosteyan: Di vê beşê de nivîsarên ku mamoste bikaribin di karê xwe de jê sûdê werbigirin hene. Piranîya nivîsaran ji bo mamostan ji aliyê mamosteyan ve hatine nivîsîn.

Planên dersê: Hin nimûneyên planên dersên kurdî di vê beşê de hene. Mamoste û şagirdên me dikarin jê sûdê wergirin.

Materyalên dersê: Me lîsteya hin pirtûkên dersê yên ku me dîtine me li vir bi cih kiriye. Her weha weşanxaneyên kurdî ku pirtûkên dersê diweşînin jî bi vir ve hatine girêdan.

Kurdistan: Di vê beşê de hin zanyariyên bingehîn (fakta) yên li ser Kurdistanê hene. Hedefa grûba me ya xebatê ev e, ku em vê beşê bikin beşeke pirzimanî. Ev beş hem ji bo şagirdên kurd hem jî ji bo şagirdên biyanî ye. Ku şagirdên biyanî bixwazin li ser Kurdistanê zanyarî û agahdariyan bigirin, dikarin wek çavkanî serî li vê beşê bidin. Ev agahdarî wê hinek jê lînk bin, hinekan jî em ê bi xwe amade bikin. Ev beş jî hîn di qonaxa avakirinê de ye.

Newroz: Me li ser newrozê dosyeke taybetî amade kir. Di vê dosyayê de nivîs, helbest, stran, wêne û memorîyên li ser newrozê hene. Herweha, ji bo mamosteyan, “mirov çawa dikare di dersê de qala newrozê bike?”, pêşnîyar hene.

Berhemên şagirdan yên ku ji me re tên şandin em li vir bi cih dikin. Berhemên şagirdên lîseyê cihekî fireh digirin. Ev cih ji bo hemû şagirdên kurdî vekirî ye.

Kurdî li cîhanê: Niha agehîyên li ser perwerdeya kurdî ya li çend welatên Ewropayê li vir hene. Di vê beşê de, bi taybetî, lêkolînek li ser rewşa perwerdeya kurdî ya li Swêdê heye. Di vê lêkolînê de zanyariyên li ser sîstema dersa zimanê zikmakî ya Swêdê û di vê sîstemê de rewşa kurdî hene. Ev babet bi perspektiveke dîrokî û îstatîstîkan hatiye amadekirin. Ev beş ji bo her kesê ku bixwaze li ser kurdên li Swêdê û kurdî bibe xwedî fikirekê ye.
Em dixwazin hemû nivîs, belge û îstatîstîkên li ser perwerdeya kurdî ya li Ewropa, welatên din û Kurdistanê li vir bicivînin. Kesên ku bixwazin dikarin sûdê jê wergirin.

Kultur û folklora kurdî: Beşek biçûk ya berhemên kultura kurdî li vir hatîye bi cihkirin. Bo nimûne: Dua, gotinên pêşîyan, îdyomên kurdî.

Çîrok: Çîrokên kurdî di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de roleke girîng dilîzin. Lewma me ji bo çîrokan beşeke taybet veqetand. Li vir çîrokên bi deng, wêne û nivîs hene. Ev beş ji beşên me yên ku herî zêde tê zîyaretkirin e.

Lîstok: Li vir, li gor hin temayan, lîstokên dijîtal hene. Armanca me ya sereke bi van lîstokan bi zarokan şîrînkirina kurdî ye. Me li gor hin temayan memorî amade kirine. Ev xebat dê bi lîstokên nû bê dewlemendkirin.

Fîlm: Li vir gelek fîlmên zarokan yên karton hene. Fîlm bi du formatan hatine bi cihkirin. Yek ji bo bikarhênerên ku modemê bi kar tînin, yek jî ji bo yên ku bandepan (broadband) bi kar tînin e. Spas ji bo Mezopotamya TV ku mafê weşandina wan fîlman ya li ser malpera Dibistana Kurdî da me.

Gav bi gav kurdî: Ev materyalekî destpêkê yê ji bo hînbûna kurdî ye. Bi nivîs, wêne û deng e. Bi alîkarîya şagirdên kurdî hatiye amedekirin. Ev materîyal dê bê firehkirin.

Temrîn: Me temrînên kurdî hem li cihê dersên kurdî bi cih kirine û hem jî jê re cihekî taybet veqetandiye.

Pêkenok: Pêkenokên Mahmûd Lewendî me bi wêneyên Mamoste li vir bi cih kirine.

Grûba xebatê: Ev grûb ji naveroka vê malperê berpirsiyar e. Lewma baştir e ku endam û mêvanên "Dibistana Kurdî" grûba xebatê nas bikin. Li vir agahîyên li ser endamên grûbê hene.

Dimilî (zazakî, kirmanckî,kirdkî): Zaravayê dimilî bi îkoneke taybetî cihekî taybetî digire. Di vê beşê de, alfabeya bi deng, çîrokên bi deng û wêne, lîstok, ders, deftera mêvanan, lînk û tiştên din hene.

Azmûn: Ev beş me di sala 2005ê de lê zêde kir. Li vir azmûnên/testên li ser babetên têvel hene. Bo nimûne: kurdî, dîroka kurdû Kurdistanê cografya Kurdistanê, ol û hwd. Kesên ku bixwazin dikarin zanyarîyên xwe yên li ser van babetan bipîvin. Ji bo ku mirov bikaribe vê beşê bikar bîne, divê mirov endamê “Dibistana Kurdî” be.

Nivîsar, semîner û fakta: Li vir nivîsarên li ser perwerde û zimên hene.
Rapor û dosya: Li vir raporên li ser çalakîyên perwerdeyê û serdanên me yên derveyî welêt hene. Bo nimûne rapora Mai Beijer ya di derbarê serdana Amedê, Rapora Haydar Diljen ya li ser sempozyûma zimanê zikmakî ya EGÎTÎM SENê ya li Enqerê û hwd.

Wêne-foto: Me albumên wêneyên ji çalakîyên cîhana zimên û perwerdeyê li vir bi cih kirine. Di vê besê de wêneyên şagird û mamosteyên kurdî cihekî fireh digirin.

Menû: Di vê beşê de xizmetên înteraktîf hene: anket, arşîv, lêgerîn, lînk, nûçeşandin, panela gotûbêjê, pirs û bersiv û rûpelên endaman. Nûçe û nivîsên ku em diweşînin, li gor babet û dema weşandinê tên arşîvkirin. Hemû peyvên ku di nivîsan de hene, otomatîk wek peyvên lêgerînê tên parastin. Endam û mêvanên me dikarin lînkên ku ji bo wan balkêş yan jî pêwîst in li databasa me zêde bikin.

Panela gotûbêjê: Me panela xwe li du kategoriyên sereke dabeş kiriye: perwerde û panela mamosteyan. Di bin beşa perwerdeyê de jî, li gor babetan, sê binkategorî yan jî ode hene:
* Ziman
* Materyalên dersê
* Pirsên din
Endamên me dikarin, li vir, li ser babetên dîyarkirî pêşniyar, daxwaz û fikrên xwe binivîsin. Serlêderên me, bi awayê ku dixwazin, dikarin fikrên xwe li ser babatên diyarkirî binivîsin yan jî bersiva hevûdu bidin. Lê divê êrişî kesayetiya kes an jî grûbên din, ango milet, ol, cîns û hwd. nekin. Em dê nivîsên weha jê bibin.

Pêşniyarên mamosteyan: Ev beş cihê pêşniyarên mamosteyan e. Mamosteyên kurdî dikarin li vir pêşniyarên xwe yên li ser awayê dersdayinê yan jî hînkirinê binivîsin, ku haya mamosteyên din jî ji serpêhatiyên wan hebe û bikaribin jê sûdê wergirin. Em pir pê piştrast in ku danûstendineke weha dê hîndekariya kurdî pêş bixe.

Pirs û bersiv: Li ser pirsên perwerdeya kurdî ji me re gelek pirs tên. Gelek ji wan pirsan pirsên hevbeş yên gelek mêvanên me ne. Me ji bo pirsên weha beşeke taybetî vekir ku em van pirsan û bersivên wan biweşînin ku bila hemû bikarhênerên me jê sûdê werbigirin.

Rûpela te: Ev rûpel ji bo kesên ku bûne endam e. Mirov dê çima bibe endam? Ku mirov bibe endam, mirov dikare:
    * nêrînan bi navê xwe bişîne
    * nûçeyan bi navê xwe bişîne
    * têkeve beşa azmûnan
    * menûya xwe deyne ser beşa "Malpera Min"
    * hejmara nûçeyên li ser "Malpera Min" bi xwe hilbijêre
    * nêrînan li gor xwe 'eyar bike
    * Û gelek tiştên din

Divê bê zanîn ku em agehîyên li ser endamên "Dibistana Kurdî" nadin kesên din.

Deftera mêvanan: Di peywendîyên me û serlêderên me de navgîneke herî bi kêrhatî ye. Ji ber ku bikaranîna wê hêsan e, serlêderên me, di şûna panelê de vê bi kar tînin. Spas ji bo her peyva ku hûn ji bo pêşvebirina vê malperê dinivîsin û heyecana me ya xebatê zêdetir dikin.

Agehî ji Dayreya Karûbarên Dibistanan ya Swêdê (Skolverket): Ev beş bi îkoneke taybetî li ser malpera me cih digire. Di vê beşê de me agehdariyên ji Dayreya Perwerdeyê ya Swêdê yên li ser zimanê zikmakî wergerandine kurdî. Ev beş ji bo malbat, mamoste, şagird û herkesên ku bi perwerde û hîndekariyê ve mijûl dibin re dikare çavkaniyeke hêja be.

Ev malper dê bi daxwaz û pêşniyarên we bi pêş bikeve. Ku pirs, daxwaz yan jî pêşniyareke we li ser malpera me hebe, em ê gelek kêfxweş bin ku hûn bigihînin me.

Berpirsiyarê projeyê
Haydar Diljen, Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be

 Têbinî: Ev danasîn di 12.10.2009ê de hat nûkirin.

Nûkirina dawîyê ( MONDAY, 12 OCTOBER 2009 06:43 )  

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

Hilbijartî

filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon