
Li Swêdê ji pêşdibistanê heta lîseyê mafê zarok û ciwanan heye ku di xwendegehan de zimanê xwe bixwînin. Di vê sala xendinê de ji 10 hezaran pirtir zarok û ciwanên kurd beşdarê perwerdeya dersa kurdî dibin. Ji wan nêzî 500î şagirdên lîseyê ne.
Me ji bo Şaredariya Vesterosê (Västerås) planeka salê amade kiriye û em bi kar tînin. Plan ji bo 3 kursan û grûbeka ji 12 şagirdan pêkhatî hatiye amadekirin. Di planê de her hefte dê kîjan mijar bên xwendin û kîjan çalakî bên kirin diyar e. Em vê planê wek pêşniyar pêşkêşê mamaoste û şagirdan dikin.


Kurdî- Der bi boneta 21ê sibatê "Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî" gelek çalakiyan li dar dixe. Yek ji wan çalakiyan panela li Enqereyê ye. Kurdî-Der, di 21ê sibatê roja yekşemê li Enqerê di salona Odeya Endezyarên (muhendîs) Avahîyan de panelekê li dar dixe. Mijara panelê “Li Tirkiyê mafé perwerdehiya bi zimanê zikmakî û pirsgirêkên wê” ye.














