Karûbarên dibistan û sexbêriya zarokan li Swêdê li gor çend qanûn û destûran tên bi rêve birin. em bi giştî navê "dokumentên birêvebir" li wan dikin. Qanûna dibistanê û planên xwendinê ji bo hemû şiklên dibistanan in. Her weha "planên dem" û "planên kursan" jî hene. Giş bi hev re bi navê "dokumentên birêvebir yên netewî" tên bi nav kirin.
Dokumentên birêvebir çarçaweyê diyar dikin, lê di warê planên xebatê yên herêmî, planên dibistanan û planên kar de azadiya belediyeyan qasî ku mumkin e, berfireh e.