Tema modersmål - nordkurdiska

Skolverket li ser karûbarên sexbêriya zarokan û dibistanê dayîreya çavdêriyê ye

Ji bo çapkirinê
Skolverket çawa çavdêrî dike? Mirov dikare li ser karûbarên dibistanan pirsan ji Skolverketê bike yan giliyê xwe li ba wê bike? Herkes dikare pirs û giliyan bike?

 

Pêşketina dibistanê

Yek ji wezîfeyên Skolverketê ew e ku di pêşketin û gihiştina armancên netewî ji bo sexberiya zarokan û dibistanê de beşdariyê bike. Skolverket ji bo bidestxistina înformasyon û zanîna li se karûbarab û beşdariya pêşxistinê, çavdêriya karan dike, dinirxîne, pêş dixe, lê dikole û li pey dûv diçe.
Li ser wezîfeyên Skolverketê:
[uppgifter]

Ji bo nêrîneke pirkulturî plana kar a Skoverketê

Plana kar a ji bo sexbêriya zarokan û dibistanê, di warê xwendina şagirdên biyanî, penaber û mînorîtetên netewî û zimanî de noqteya destpêkê ye. Her weha di plana kar de çalakî û xebatên li dij dijminkariya biyaniyan û rasîzmê tên xuya kirin û di hemû warên xwendinê de awayên piştgiriya pêşxistina nêrîneke pirkulturî tên zelal kirin.
ji bo agahdariyên zêde: handlingsplan

Zarokên biyanî û penaberan di serbêriya zarokan û dibistanê de

Teqrîben ji % 12 ê tev zarokên li Swêdê ji dêûbavên biyanî ne û li malê ne bi swêdî lê bi zimanekî din dipeyivin.
Qasî hevalên xwe yên ku li malê bi swêdî dipeyivin, zarokên biyanî û penaberan jî xwedî mafê xwendineke baş in. Her weha mafê wan heye ku li pêşdibistanê alîkariya zimanê xwe bi dest xin û li dibistana destpêkê û li lîseyê jî zimanê xwe yê zikmakî bixwînin.
Ji bo agahdariyên zêde: invandrare och flyktingar

Lidûvçûn û nirxandin

ji bona ku karûbarên li sexbêriya zarokan û li dibistanan bo zarok, şagird, personal û dêûbavan baştir bibe, lidûbçûneke bênavbir pêwîst e. Giş tecrube tên civandin û ji bo biryareke pêştir dibin bingeh. Hemû dibistan û hemû belediye divê her sal rapora kalîte pêşkêş bikin; ka di bicihanîna planên dibistanê û planên xebatê yên herêmî de bi ser ketine yan na.

Statîstîk. Bi reqeman zimanê zikmakî

Ji 8 zarok û ciwanên pêşdibistan, dibistan û lîseyê li malê bi zimanekî din dipeyivin. Li ser hev dike zêdetir ji 200.000 swêdiyên ciwan.
Teqrîben nîvê zarokên dibistanê zimanê xwe ê zikmakî dixwînin û li pêşdibistanê ji 7 zarokan 1 alîkariya zimanê zikmakî digre.
Ji bo agahdariyên zêde: statistik

Hevkarî

Hevkarî baştirîn rê ye - belkî riya tek û tenya ye!
Divê mamoste, zarok û dêûbav ji bo hevkarî û plankirinê, ji danûstandinê re amade bin. Ji bona ku bigihin armancê mafê hemû zarokan heye ku alîkariyê bigrin.
Tecrubeyên heta îro nîşan didin: Dema mezin hevkariyê bikin, îmkanên zarokan ji bo xwendineke biserketî û pêşketineke civakî ya rind jî zêdetir dibe. Ji bo dêûbavên ku baş bi swêdî nizanin divê di civîna rewşê de tercumanek hebe. Û divê tercuman bêalî be. Nabe ku zarok bixwe bibe tercuman.; wê çaxê berpirsiyariya wan ji taqeta wan zêdetir dibe.
Ji bo agahdariyên zêde: utvecklingssamtal

Swêdî wek zimanê duyemîn

Kombînîzasyona xwendina zimanê zikmakî û xwendina zimanê swêdî wek zimanê duyemîn ji bo pêşxistina zimanên cihê yên zarokan geşepêdanek qewîn e. Armanc ji xwendina zimanê swêdî wek zimanê duyemîn, gihiştina hakimbûna swêdiyek e ku wekî swêdiya şagirdên swêdî xwedî fonksiyon be.
şagird dibin xwedî amîr û îmkan ku wek endamên duzimanî di civata swêdî de wekî şagirdên swêdî kar bikin û bijîn.
Danûstandin û hevkariya bi xelkê re bi riya ziman çêdibe.
Bi riya ziman, zanîn zeal dibe û bi kar tê.

Tu ji bo alîkarî yan xwendina zimanê zikmakî çawa muraceat dikî?

Dêûbav divê herin ji dibistanê yan ji belediyê bipirsin. li ser muraceat û daxwaza xwendina zimanê zikmakî dêûbav biryarê didin, ne personalê dibistan yan pêşdibistanan. Dayîra sexberiya zarokan û dibistan mecbûr in ku dêûbavan ji dema muraceatê agahdar bikin û riya muraceatê pêş wan bikin. Xwendin yan alîkariya bi zimanê zikmakî belaş e û ne mecbûrî ye.

Tu dê çi bikî ger dibistan û yan belediye di warê xwendina zimanê zikmakî alîkariyê neke?

Eger dêûbav yan şagird li gor qanûn û destûran kêmasiyekê di karûbarên pêşdibistan yan dibistanan de bibînin, divê berî herkesî biçin bi mamosta û mudir re bipeyivin. Ku mirov ji bersiva wan ne razî be, divê mirov giliya xwe bigihîne komîteya belediyê ya ji pêşdibistan û dibistanê berpirs. şefek karmend, şefa/ê îdarî yan yeke/î din heye ku mirov pê re bipeyive. Eger mirov dîsa jî ne razî be, dikare êdî berê xwe bide skoverketê.

Têkiliya bi sexbêriya zarokan û dibistanê re

Hevkarî baştirîn rê ye - belkî riya tek û tenya ye!
Divê mamoste, zarok û dêûbav ji bo hevkarî û plankirinê, ji danûstandinê re amade bin. Ji bona ku bigihin armancê mafê hemû zarokan heye ku alîkariyê bigrin.
Tecrubeyên heta îro nîşan didin: Dema mezin hevkariyê bikin, îmkanên zarokan ji bo xwendineke biserketî û pêşketineke civakî ya rind jî zêdetir dibe. Ji bo dêûbavên ku baş bi swêdî nizanin divê di civîna rewşê de tercumanek hebe. Û divê tercuman bêalî be. Nabe ku zarok bixwe bibe tercuman.; wê çaxê berpirsiyariya wan ji taqeta wan zêdetir dibe.
Ji bo agahdariyên zêde: utvecklingssamtal


 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

E-azmûn

e_azmun

Hilbijartî

filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon