Tema modersmål - nordkurdiska

Li Swêdê naveroka bernameya nû ya dersa kurdî

Ji bo çapkirinê

plan-11

Li Swêdê qanûna dibistanan û planên dersê hatin guhertin. Di vê sala perwerdeyê de xebatên xwendegehan li gor van plan û qanûna nû dimeşin.
Me naveroka navendî ya perwerdeya zimanê zikmakî wergerand kurdî. Her weha me plan adapteyî kurdî kir û em wek PDF diweşînin. Divê li Swêdê di hemû şaredariyan de perwerdeya kurdî li gor vê naveroka planê ku ji aliyê parlamanê ve hatiye pejirandin pêk were.

 

Bernameya “Zarokên Rojê” û mamoste Medya

Ji bo çapkirinê

medya-mamoste

Mamoste Medya 12 salî ye. 3 sal berê, dema ku ew 9 salî bû, wê odeyeka mala xwe ji bo perwerdeyê kiribû pol û dersa kurdî dida zarokên cîranên xwe. Wê demê polis ji bo dê û bavê wê lêpirsîn vekiribû. Mamoste Medya niha jî li Amedê bi alîkarî û piştgirîya Gun TVê ji zarokan re bernameyeke bi navê "Zarokên Rojê" amade dike.

Zêdetir bixwîne...
 

12 çîrokên bi kurdî yên bi wêne, deng û nivîs

Ji bo çapkirinê

cirok

12 çîrokên bi kurdî yên bi wêne, deng û nivîs. Ev Çîrok ji pirtûka sabîha Otlu ya bi navê ”Hebana çîrokan” hatine girtin. Wêneyên çîrokan Leyla Atak û deng jî yê Sîdar Yîgîtê ye.
>>>Çîrok
©Dibistana kurdî

 

Ji rojnameya Azadiya Welat sê pirtûkên zarokan

Ji bo çapkirinê

newroz-bRojnameya Azadiya Welat sê pirtûkên ku berê weşandibûn di malpera xwe ya nû de bi cih kirine. Mirov dikare van pirtûkan li ser malperê ji zarokan re bixwîne. Ev pirtûk wek diyarî li zarokan hatibûn belav kirin. Ji bo xwendina pirtûkan van lînkan bitikîne:
>>>Newroz
>>>Pîrê û rovî
>>>Pîrê û çûk

 

Ji Şaredariya Sêrtê 12 pirtûkên zarokan

Ji bo çapkirinê

sert-2-a

Şaredariya Sêrtê 12 pirtûkên zarokan amade kirin. Şeş ji wan hatine çapkirin û şeş jî li ber çapê ne. Her pirtûk ji çîrokekê pêk tê. Berhevkarê çîrokan Kurdjan Sorî  û wêneçêker jî Mûrat Y. û Rûşen Sarili ne. Hemû wêne orjînal û rengîn in.

Zêdetir bixwîne...
 

Ji bo zarokên kurd diyariya sersalê: 12 çîrok û alfabeyek!

Ji bo çapkirinê

dk-diyari2011

Me ji bo zarokên kurd 12 çîrok, alfabeyek û hin materyalên din amade kirin. Ev materyal bi deng, wêne û nivîs in. Em bi boneya sersalê van berheman di malpera xwe de diweşînin û dîyarîya zarokên kurd dikin. Em hêvîdar in ku ev xebata biçûk xizmeta parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bike.

Zêdetir bixwîne...
 
JPAGE_CURRENT_OF_TOTAL

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

E-azmûn

e_azmun

Hilbijartî

filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon