Tema modersmål - nordkurdiska

Şaredarîyê dîroka Amedê bi kurdî weşand

Ji bo çapkirinê
Şaredarîya Sûrê ya Amedê (Diyarbekir) li ser dîroka Amedê û cihên dîrokî yên bajêr broşurek çap kir. Broşur bi kurdî, îngilîzî û tirkî cihê cihê hatîye çapkirin. Cara yekem Şaredarîyek broşurek weha bi kurdî diweşîne. Bi vê wateyê ev broşur, broşurek dîrokî ye. Ev broşur ji bo turîstan hatîye amedekirin.

Li ser broşurê weha hatîye nivîsîn: ” Xizmeteke çandî ya Şaredarîya Sûrê ya Diyarbekrê ye.”

Broşur bi wêneyên rengîn û kaxizeke gelek spehî hatîye çapkirin.

Di broşurê de agahîyên giştî yên li ser dîroka Amedê û van cihên dîrokî yên bajêr hene:

Bedena Bajêr
Bircên Bedena (sûr) Amedê (Birca Ben û Senê, Birca Heft Birayan, Birca Bizinê)
Piraya Dîcleyê (Piraya dehderî)
Mizgefta Bilind
Minareya Çarling
Dêra Meryem Ana
Dêra Sûrp Gîragos ya Ermenîyan
Mizgefta Safa
Mizgefta Behram Paşa
Mizgefta Hezretî Silêman
Xwendegeha Mesûdîyê
Xwendegeha Zîncîrîye
Xana Delîlan
Xana Hesen Paşa
Muzeya Arkolojîyê
Muzeya Zîya Gökalp
Muzeya Cahît Sitki Tarancî
Koşka Ataturk

Her çiqas bikaranîna kurdî ji bo şaredarî û dezgehên din qedexe be jî, bi awayekî fiîlî, kurdî di xebatên şaredarîyan de tê bikaranîn. Êdî gelek bernameyên festîval, konferans û semîneran, kampanyayên paqijiyê û gelek çalakîyên Şaredarîyên Amedê bi kurdî tên belavkirin. Ev yek qezenca girîngtir ya birêvebirina kurdan ya şaredarîyên li Kurdistanê ye. Bikaranîna kurdî ya bi vî rengî , rûmeta kurdî di nav gel de bilindtir dike. 

Serokê Şaredarîya Sûrê berêz Abdulla Demîrbaş bi xwe mamoste ye û berê ku bibe serokê şaredarîyê bi salan serokatîya sendîqaya mamosteyan kiriye û ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî têkoşînek bêhempa daye. Lewma ew bi xwe girîngîya zimanê zikmakî baş dizane. Ev broşur jî nîşan dide, ku mirov kadroyên zana û rast bîne cihên rast dê karên rast û hêja bikin.

Nimreyên telefonên têkilîyê: +90-0412-223 19 29-223 60 62
Malper: www.sur.bel.tr
E-name: Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be

 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

E-azmûn

e_azmun

Hilbijartî

filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon