Ji salên 70 û bi vir de ye kû li Ewropayê perwerdeyiya zimanê kurdî heye. Li Swêd, Almanya, Hollanda, Belçîka, Norveç, Danîmarka, Fînlandîya, Îngilîstan, Fransa, Danîmarka û li Îsvîçreyê, bi awayê fermî û bi rengên cihê cihê, perwerdeyiya zimanê kurdî heye.
Ev maf li hin welatan bi xebata hin rêxistinên malbat û mamosteyên kurd bi dest ketiye û mafekî pir bi sînor e. Ji ber ku hin welat zimanên miletên ku xwedî dewlet in û yên ku, wek kurdan, ne xwedî dewlet in wek hev nabînin. Li welatên weha, wek Swîsre, kurdan bi îmkanên xwe mamoste û materyalên kurdî peyda kirine û kursên zimanê kurdî vekirine û dimeşînin. Lê li welatên wek Swêd, Norveç, Almanya û Fînlandîyayê di nav sîstema perwerdeyê ya dewletê de perwerdeya zimanê zikmakî hatîye organîzekirin.
Di nav welatên Ewropî de welatê ku baştir mafê perwerdeyiya zimanê zikmakî di pratîkê de bi cih tîne, Swêd e. Lema modela Swêdê hêjayê dûr û dirêj li ser rawestandinê ye.
Perwerdeya zimanê zikmakî û perwerde ya bi zimanê zikmakî çi ye?
Berê ku mirov qala vê mijarê bike, divê mirov wateya ”Perwerdeya zimanê zikmakî û perwerde ya bi zimanê zikmakî” ronî bike.Perwerdeya zimanê zikmakî tê wateya ku mirov dê bes zimên hîn bibe yan jî hîn bike. Perwerdeya bi zimanê zikmakî jî tê wateya ku hemû sîstema perwerdeyê, ango hemû wane, yan jî ders dê bi zimanê zikmakî bin.
Em di kurdî de van têgînan wek “perwerdeya kurdî” û “ perwerdeya bi kurdî” bi kar tînin. Dema ku em “perwerdeya kurdî” bi kar bînin, divê em bizanibin ku mabesta me bi tenê perwerdeya fêrkirina kurdî ye. Ku em têgîna “perwerdeya bi zimanê kurdî” bi kar bînin, ev tê wateya ku em dixwazin hemû sîstem, ango hemû wane (ders) bi kurdî bin. Wek ku dixuye, peyva “bi” peyveke biçûk e, lê wateyeka girîng dide têgînê
Li hemû welatên azad, bi awayekî xwezayî, hemû sîstema perwerdeyê bi zimanê zikmakî ye.
Li Elmanyayê almanî, li Swêdê swêdî, li Danîmarkayê danîmarkî. Lê li welatên pirneteweyî rewş cuda ye; li kîjan herêmê kîjan ziman ji aliyê piranîyê ve tê axaftin, ew ziman li wê herêmê zimanê yekem e. Zimanê din ya yên duyem ya sêyem in. Wek nimûne li Swîsreyê 3, li Norveçê 2, li Kanadayê 3, li Hindîstanê 15 zimanên fermî hene. Perwerde bi zimanê piranîyê ye, lê perwerdeya zimanê hindikayîyê jî heye.
Li Ewropayê polîtîkaya civaka pirçandî û pirzimanî
Li Ewropayê, di van 10 salên dawiyê de, ji bo civakeka pirçandî (pirkulturî) guftûgoyên gelek berfireh tên kirin. Ji bo pêkanîna civakeka weha perwerdeya zimanê zikmakî dewreke girîng dibîne. Lewma ji aliyê alîgirên civakên demokratîk yên pirçandî û pirzimanî ve ji bo perwerdeya zimanê zikmakî nirxeke mezin tê dayin.Tê xwastin ku zarokên biyanî bibin zaroknên pirçandî û pirzimanî. Çima? Ji ber ku:
1. Mafê hînbûn û parastina zimanê zikmakî ji mafên herî girîng û bingehîn yê mirovan e.
2. Mirovên pirçandî û pirzimanî ji yên din pirtir li hember çandên din bi tolerans in. Ev yek di civakê de dibe sedemê harmonî û aramîyeke bi îstïkrar.
3. Di pêvajoya hînbûnê de, divê zanyarîyên nû li ser zanyarîyên heyî, yên ku bi zimanê zikmakî li ba zarokan hene, bêne avakirin.
4. Her weha, bi gelek lêkolînên zanistî hatîye diyarkirin, ku mirov zimanê xwe yê yekem, ku ev pirî caran zimanê zikmakî ye, baş nizanibe, mirov nikare zimanekî din jî baş hîn bibe. Ango xurtkirin û pêşvebirina zimanê zikmakî tê wateya xurtkirin û pêşvebirina hînbûna tiştên din jî.
Piranîya welatên Ewropî, piştî şerê cîhanê yê duyem polîtîkaya perwerdeya asîmlasyonê meşandin. Lê vê polîtîkayê, her ku çû pirsên zarokên biyaniyan girantir kirin.Ango pirsan xwe wek pirsên civaka mono-çand da xuyakirin. Lewma piranîya van dewletan ji dawiya salên 1970 de dev ji vê polîtîkayê berdan û di pirsa civaka duzimanî de gavên gelek mezin hatin avêtin.
Li hemû welatên Ewropayê perwerdeya zimanê zikmakî azad e
Li hemû welatên Ewropayê perwerdeya zimanê zikmakî azad e û bi derece û awayên cihê ji aliyê dewlet û şaredarîyan ve tê destekkirin.Di vî warê de li hemû welatên Ewropayê tiştekî hevbeş heye. Ew jî bikaranîna mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya kêmnetewe yan jî grûbên etnîkî ye. Lê di bicihanîna vî mafî de, di navbera dewletan de, hetta di nav heman dewletekê de li gor herêm, şaredarî, eyalet yan jî kantonan ferqên mezin hene. Bo nimûne: Li Swêdê qanûn dibêje “kesên ku di mala xwe de, bêyî swêdî, bi zimanekî din diaxifin, mafê wan heye ku ji zarokên xwe re di dibistanê de perwerdeya zimanê zikmakî bixwazin. Divê şaredarî ji bo bikaranîna vî mafî îmkanan peyda bikin”. Li dîsa jî li hin şaredarîyan hefteyê saetekê, li hin şaredarîyan 2 saet e. Li hin şaredarîyan dibêjin bila grûba şagirdan kêmasî ji 5 zarokan pêk were, li hinan grûb mezintir in. Pereyên ji bo materyalên dersê jî, serê şagird, ji 40-150 kronî tê guhertin.
Li Almanyayê li hin eyaletan perwerde di dibistanan de tê dayin û hemû mesrefên perwerdeyê şaredarî didin. Lê li îngîltere, Holanda û Swîsreyê di dibistanan de perwerde tê dayin, lê organîzekirina perwerdeyê ji aliyê komel û waqfên biyanîyan ve tê meşandin. Dewlet alîkarîya malî dike. Li hin welatên Ewropayê bi hejmaran perwerdeya kurdî Li Almanyayê nifusa kurdan li derdora 600 hezarî ye. Hejmara zarokên ku beşdarî dersên kurdî dibin li derdora 2000an e.
Li Holandayê 100 hezar kurd dijîn. Hejmara zarokên ku beşdarî dersên kurdî dibin li derdora 200î ye.
Li Swîsreyê 35 hezar kurd hene. 168 zarok beşdarî dersên kurdî dibin.
Li Danîmarkayê hejmara zarokên beşdar li derdora 50 ye.
Li Fransayê ev hejmar di bin 100î re ye.
Li Îngilistanê jî, bi kursên hemû dezgeh û komelên kurdan, hejmar li derdora 300î ye.
Li Swêd nêzî 40 hezaran kurd dijîn. Hejmara zarokên ku beşdarî dersên kurdî dibin ji 7000î zêdetir e. Ango hejmara zarok û ciwanên kurd yên ku li swedê beşdarê perwerdeya zimanê kurdî dibin ji hejmara hemû zarokên kurd ku li welatên Ewropayê yên din beşdarî perwerdeya kurdî dibin qat qat zêdetir e.
Çima li hemû welatên Ewropayê 3000 hezar û li Swêd 7000?
1. Ev maf bi awayekî vekirî bi qanûnê hatîye dayin.
2. Perwerde di nav sîstema dewletê de ye.
3. Dewletê bi riya şaredarîyan hemû çûyinên perwerdeyê girtine ser xwe. Ango, heqê materyalên dersê dide, meaşê mamosteyan dide. Mesrefên dibistanan yên din dide.
4. Ji bo kompetensbilindkirina mamosteyan kursên cihê cihê amade dike.
5. Dereceyên (not) ku şagirdên lîseyê di dersa kurdî de werdigirin, li ser pûanên ketina zanîngeh û xwendegehên bilind tesîrê dikin.
6. Her weha kesên ku beşdarî perwerdeyê dibin, piştî ku lîse qedandin, dikarin bibin tercuman, mamoste û karmendên din.
Li Almanyayê perwerdeya kurdî
Li Almanyayê, di sala 1993an de YMK (Yekitiya Mamosteyên Kurd) jî hat damezirandin. YMK, ji bo gihandina mamosteyên kurdî kursan vedike. Kesên ku li welêt xwendina wan ya mamostetiyê heye ji bo beşdarbûna kursan tên tercîh kirin.
Li Almanyayê li bajarê Oldenburgê buroya navendî ya YMK, li Swîsre (Îsviçre), Hollanda û li Danîmarkayê jî şaxên YMK hene. Ev şax wek komîte dixebitin. Ji bo sinifa yekê heta sinifa dehan planên dersê û hin kitêbên dersê hatine amadekirin.
Li Almanyayê li hin eyaletan bi awayekî fermî dersên kurdî tên dayin. Hejmara zarok û ciwanên ku beşdarî perwerdeya kurdî dibin li derdora 2000an e. Lê ku mirov hejmara 600 hezar kurdên ku li Almanyayê dijîn bîne ber çavên xwe, 2000 hejmareke gelek kêm e. Gelo çima ev hejmar ewqas kêm e? Gelek sedemên xwe hene. Divê berê her kesî kurdên Almanyayê û paşê jî hemû kes û derdorên têkildar li bersiva vê pirsê bigerin. Ku pêwîst be, ez jî dikarim di vî warî de dîtinên xwe bibêjim.
Di perwerdeya zimanê kurdî de modela Swêdê:
Ji sala 1977an bi vir de ye ku li Swêdê bi awayekî fermî bi kurdî dersa zimanê zikmakî tê dayin. Heta îro bi hezaran zarok û ciwanên kurd beşdarî dersa kurdî bûne. Niha ji 7000an pirtir zarokên kurd li zarokxane, dibistan û lîseyan beşdarê perwerdeya kurdî dibin.
Li Swêdê hemû zarokên ku li mala xwe bêyî swêdî zimanekî din dipeyivin, mafê wan ê beşdarbûna dersa zimanê zikmakî heye. Dersa zimanê zikmakî li ser daxwaza dê û bavan pêk tê. Piştî ku dê û bav ji zarokên xwe re bi nivîskî dersa zimanê zikmakî dixwazin, li gor qanûnê, belediye mecbûr in ku vê daxwazê bi cih bînin.
Di programa dersê ya ku Parlamentoya Swêdê amade kiriye de armancên dersa zimanê zikmakî weha hatine destnîşan kirin:
• Zarok ê bibin xwediyê şexsiyeteke pêserbilind.
• Zarok ê zimanê xwe hîn bibin, ku bi merivên xwe yên nêzîk û grûba ku jê tên re peywendiyan deynin ku bikaribin pêş kevin.
• Zarok ê rehê (koka) xwe nas bikin, li ser reh (kok) û rewşa xwe bibin xwediyê fikreke zelal.
• Zarok ê bibin mirovên duzimanî û xwediyê kesayetiyeke (îdentîtet) dukulturî
Li Swêdê 123 ziman hene. Ji van zimanan bi 113an dersa zimanê zikmakî tê dayin. Kurdî di nav 10 zimanên mezin de ye.
Li Swêdê hem dersa zimanê zikmakî hem jî dersa bi zimanê zikmakî tê dayin. Zarokên ku hîn baş hînî zimanê swêdî nebûne beşdarî dersa bi zimanê zikmakî dibin. Biryara dersa bi zimanê zikmakî rêvebiriya dibistanê dide.
Hemû mamoste, karmendên belediyeyê û endamên sendîqayê ne. Her belediye, ji bo karûbarê perwerdeyê, li gor hejmara şagirdan, ji dewletê alîkariyê distîne.
Ku komikeke bi kêmanî pênckesî ji zarokên dibistanê (sinifa 1-9) pêk bê, heftê du ders, ku ji zarokên zarokxanê (5-6 salî) pêk bê heftê du saet û nîv, ku ji şagirtên lîseyê pêk bê heftê du saet û nîv mafê wan ê dersa zimanê kurdî heye. Hejmara dersên bi zimanê zikmakî li gor hewcedariya şagirt û îmkanên dibistanê tên destnîşan kirin. Ji şagirtekî bi tenê re, ji dersekê heta 10 dersan dikare bê dayin. Ev jî li gor belediye û dibistanan tê guhertin. Lê ev hejmara dersan û hejmara şagirdan ya di grûbên (komik) dersê de, li gor şaredarîyan dikare bê guhertin.
Dersên zimanê zikmakî di dibistanan de tên dayîn, lê bi piranî li derveyî şemaya dibistanê ne. Ango dersa zimanê zikmakî piştî ku dibistan diqede dest pê dike. Ev dibe sedemê gelek zehmetiyan. Ji van zehmetiyan yek ev e ku zarok heta dersa dawiyê diwestin û baş nikarin bala xwe bidin dersê.
Li Swêdê dibistan girêdayî belediyan in. Amadekirina planên dersê, tayinkirina mamosteyan, peydekirina materyalên dersê, di bin berpirsiyariya belediyan de ye. Vî karî di pratîkê de her dibistan bi xwe dimeşîne. Ango her dibistan bi xwe mamosteyên xwe wezîfedar dike, li gor hedefên ku çarçova xwe ji aliyê parlamentoyê ve hatiye destnîşankirin, planên dersan çêdike û dimeşîne. Ji bo agahîyên pirtir di derbarê “Perwerdeya kurdî û modela Swêdê” de, tu dikarî serî li malpera “Dibistana kurdî” bidî: http://modersmal-t.skolverket.se/nordkurdiska
Ji bo ku dersa kurdî bê dayin divê komikeke ku bi kêmanî ji pênc zarokan pêk hatibe hebe. Ku di dibistanekê de pênc zarok tunebin, bi zarokên ji dibistanên din komik tê temamkirin. Ku zarok ji dibistanekê herin dibistaneke din heqê riya wan dibistan dide. Ji zarokên 5-9 salî re erebe tê girtin ji yên mezintir re jî qertên otobosê tên dayin.
Li Swêdê mamosteyên kurdî yên ku li heman şaredarîyê dersê didin, di nav hev de dicivin û li ser pirsên perwerdeyê hevûdu serwext dikin û biryaran digirin. Carnan jî konferansên mamosteyên kurd yên mezin dicivin. Heta niha sê konferansên weha civîyan e. Konferansa yekem di ----- de li Stockholmê ya sêyem di 2002an de li Vasterasê, ya sêyem dîsa li Vasterasê û ya çaran jî dîsa dê îsal li Vasterasê bicivê. Li gel rayedarên hin şaredarîyan rayedarên Dayreya Dibistanan ya Giştî û Dayreya Pêşvebirina Dibistanan ya giştî beşdarî van konferansan dibin. Tu dikarî ji bo agahîyên pirtir di derbarê konferansan de serî li malpera “Dibistana Kurdî bidî: http://modersmal-t.skolverket.se/nordkurdiska/konferanser/index.htm
Mamoste û materyalên perwerdeya kurdîDi pirsa materyalên dersê de jî rewşa perwerdeya kurdî li Swêdê ji ya welatên din gelek baştir e. Di destpêka salên 1980yî û bi vir de ye ku pirtûkên dersê tên amadekirin. Piranîya pirtûk û materyalên dersê bi alîkarîya aborî ya dewletê ve hatine amadekirin û weşandin. Hin pirtûk li ser navê dewletê jî hatina weşandin. Par ji bo şagirdên lîseyê pirtûkeke bi navê ” Dergûşa nasnameyê” û yek jî ji bo polên 1-3 bi navê “Şagird diçin dibistanê” li ser navê dewletê hatin weşandin.
Li Swêd li derdora 200 mamosteyên kurdî dersê didin. Li Welatên din yên Ewropayê jî li derdora 50 mamosteyên kurdî dersê didin. Ev hejmara mamosteyên kurdî yên li welatên Ewropayê yên din dikare kêm yan jî zêdetir be, ji ber ku di vî warî de lêkolînên misoger di dest me de tune ne.
Bi awayekî giştî li Ewropayê jî di warê gihandina mamoste û materyalên kurdî de kêmasî gelek in. Ku li welêt ev pirs bên çareserkirin dê bandorê li der ve jî bike. Lê ji bo çareserîya li welêt jî mirov dikare ji ceribandinên perwerdeya kurdî ya li Ewropayê sûdê werbigire.
Îlon-2004, Haydar Diljen (Ev nivîs ji bo kuvara Vesta hatîye amadekirin)












