Tema modersmål - nordkurdiska

Bernameya “Zarokên Rojê” û mamoste Medya

Ji bo çapkirinê

medya-mamoste

Mamoste Medya 12 salî ye. 3 sal berê, dema ku ew 9 salî bû, wê odeyeka mala xwe ji bo perwerdeyê kiribû pol û dersa kurdî dida zarokên cîranên xwe. Wê demê polis ji bo dê û bavê wê lêpirsîn vekiribû. Mamoste Medya niha jî li Amedê bi alîkarî û piştgirîya Gun TVê ji zarokan re bernameyeke bi navê "Zarokên Rojê" amade dike.

Mamoste Medya, destnîşan kir ku ew ditirse ku zarokên di temenê wê de bi ber pêlên polîtîkayên pişaftinê ve biçin û wenda bibin. Ew div ö derbarö de weha diböje: "Ez pir ditirsim ku hevalên min ên di temenê min de yan jî  ji min piçûktir, zimanê dayika xwe jibîr bikin. Li dibistanan çîrokên derveyî çanda me bi me didin guhdarkirin û erdnîgariyeke ku em li wir najîn bi me didin hînkirin."

Mamoste Medya da zanîn ku bi bernameya "Zarokên Rojê" dê dîroka gelê kurd û çîrokên hatine jibîrkirin bi bîr bînin, şanoyên kurdî bilîzin û lîstokan bînin ser ekranên televizyonê. Mamoste Medya ragihand ku her hefte roja şemiyê dê bibin mêvanên malên me û xwest ku malbat bernameya "Zarokên Rojê" bi zarokên xwe bidin temaşekirin ku zarok bi meselok û stranên kurdî demên xwe bi kêfxweşî derbas bikin. Medya, bang li zarokan jî kir û xwest ku ew li ber kompîturan pir rûnenin û li kolanan bi zarokan re bilîzin. Her weha xwe ji xwezayê neqetînin.

Bernameya "Zarokên Rojê" dê her şemî seat di 11.00an de di ekranên Gun Tvê de bê weşandin û pêşkêşvaniya bernameyê jî dê Mamoste Medya bike.


Rojnameya Azadiya Welat
06 îlon 2011

 >>> Heman nivîs temrîn

 

 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

E-azmûn

e_azmun

Hilbijartî

filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon