Tema modersmål - nordkurdiska

21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye

Ji bo çapkirinê
21ê sibatê ”Roja navnetewî ya zimanê zikmakî” ye. Ev roj di sala 1999an de ji aliyê UNESCOyê ve hatîye pejirandin û her sal li welatên ku endamên UNESCOyê ne, bi çalakîyên têvel tê pîrozkirin.
Em îsal jî bi munasebeta vê rojê dixwazin balê bikşînin ser girîngîya zimanê kurdî.
Me sala çûyî fikrên hin şagirdên kurd weşandibûn.

Ku di vê derbarê de fikreke we hebe, yan jî çalakîyên ku hûn ê pêk bînin hûn ji me re bişînin, em ê di dibistana kurdî de biweşînin. 

Ev roj dê îsal li Swêdê jî li hemû şaredarîyan bi semîner, axaftin, pêşengeh, muzîk, dans, pêşpirke û hwd. bê pîrozkirin. Bi munasebeta vê rojê, hem bi çalakîyan hem jî bi mediyaya netewî û herêmî dê awira giştî li ser girîngîya zimanê zikmakî bê agahdarkirin.
Dayreya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för Skolutveckling), girîngîyeke mezin dide çalakîyên vê rojê.

Em hêvîdar in ku medyaya kurdî jî di vê rojê de bi awayekî ciddî li ser girîngîya zimanê zikmakî raweste.

 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

E-azmûn

e_azmun

Hilbijartî

filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon