Li Swêdê amedekarîyên 21ê sibatê "Roja navnetewî ya zimanê zikmakî" bi awayekî berfireh didomin. Li seranserê Swêdê, li gelek şaredarîyan, çalakîyên cûrbecûr hatine plankirin.Wezîrê dibistanan îbrahîm Baylan dê li Goteborgê beşdarî pîrozbahîyan bibe û bi mamosteyên zimanê zikmakî re sohbetê bike. Li Goteborgê 900 şagird û 15 mamosteyên kurdî hene.
Em ê jî di 21ê sibatê de di malpera xwe de 10 fîlmên zarokan biweşînin. Ji Dayreya Pêşvebirina Xwendegehan Mats Wennerholm jî li “Västerås”ê (Vesteros) beşdarî pîrozbahîyan dibe. Li Westerosê 430 şagird û 10 mamosteyên kurd hene.
Li Vesterosê roja zimanê zikmakî bi bernameyeke gelek dewlemend tê pîrozkirin. Şagirdên dersa kurdî jî dê bi govend, helbest, muzîk û skeçan beşdarî pîrozbahîyê bibin.
Redaktorên malperên zimanê zikmakî, ku beşek ji Sîteya Dayreya Pêşvebirina Dibistanan nin, daxuyanîyek amadekirine. Ev daxuyanî dê 21ê sibatê roja zimanê zikmakî ya navnetwî ji çapemenî, tv û radyoyan re bê eşkerekirin. Di vê daxuyanîyê de behsa girîngîya zimanê zikmakî tê kirin û ji bo hîn baştir bikaranîna mafê zimanê zikmakî hin pêşnîyar tên kirin. Ji wan pêşnîyaran yek jî, heta sala 2008an, bi awayekî mecbûrî, di nav şemaya dibistanan de cihdayina dersa zimanê zikmakî ye.
Herweha em ê di 21ê sibatê de, bi hevkarîya "Mezopotamya TV" 10 fîlmên zarokan di malpera xwe de biweşînin.












