Li Swêdê îstatîstîkên fermî yên dibistanê (pol 1-9) hatin weşandin. Di nav wan de îstatîstîkên perwerdeya kurdî jî hene. Li gor van îstatîstîkan, li Swêdê, ji pola yekê heta 9ê 9046 zarokên kurd ku mafdar in beşdarî perwerdeya kurdî bibin, hene. Ji wan 5745 beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Ev wek rêjeyek ji %64 e. Hejmara zarokên pêşdibistan, lîse û şagirdên ku beşdarî perwerdeya bi kurdî ango perwerdeya alîkarîyê dibin, ne di nav vê hejmarê de ye.
Ku mirov wan jî bihesibîne, hejmara zarok û ciwanên kurd yên ku li Swêdê beşdarî perwerdeya kurdî dibin di ser 8 hezarî re ne.
Li Swêdê 143 665 şagirdên ku bi 157 ziman û zaraveyên cihê dipeyivin û mafê wan yê beşdarbûna zimanê zikmakî bibin hene. Ji wan % 54,77, ango 78699 beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî dibin.
Îtatîstîkên perwerdeyê, Dayreya Karûbarên Îstatîstîkan (SCB), amade dike. Her sal di dawiya meha 10an de her mamoste bi awayê pirsînê ji şagirdên xwe dipirse, ka li malê bi kîjan zimanî dipeyivin. Her dibistan li gor beyanên mamosteyan formên îstatîktîkan tijî dike û ji SCBê re dişîne.

Li gor îstatîstîkên ku di meha 10an ya sala 2004ê de hatine amadekirin hejmara şagirdên kurd: (tablo 1)
| Zarave | xwedîmaf* | beşdar | rêjeya beşdaran |
|
kurmancî |
5181 |
2894 |
%55,3 |
|
|
|
|
|
|
Soranî |
3865 |
2881 |
%74,54 |
| Hemû | 9046 | 5745 | %63,5 |
*Xwedîmaf: Li gor qanûna perwerdeyê, zarokên ku di mala xwe de, yan bi dê yan bi bav yan jî bi herduyan re, bêyî swêdî bi zimanekî din diaxifin, mafdar in ku beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî bibin.
Hejmar û rêjeya keç û kuran: (tablo 2)
|
Kurmancî |
|
|
|
|
|
xwedîmaf* |
beşdar |
rêjeya beşdaran |
|
Keç |
2398 |
1424 |
%59,4 |
|
|
|
|
|
|
Kur |
2783 |
1470 |
%52,8 |
Wek ji van hejmaran jî dîyar dibe, rêjeya keçên kurmancîaxêf yên ku beşdarî perwerdeya kurdî dibin ji ya kuran bilindtir e. Ango meyla keçan pirtir li ser xwendina kurdî ye.

Li gor îstatîstîkên van heşt salên dawî, hejmara şagirdên kurd yên kurmancîaxêf: (tablo 3)
| Sal | xwedîmaf | beşdar | rêjeya beşdaran |
| 1997 | 3441 | 1827 | %53,2 |
|
1998 |
3904 |
2189 |
%56,0 |
|
1999 |
3864 |
2013 |
%52.0 |
|
2000 |
4330 |
2211 |
%51.0 |
|
2001 |
4507 |
2271 |
%50,3 |
|
2002 |
4832 |
2559 |
%52,9 |
|
2003 |
5111 |
2702 |
%52,8 |
|
2004 |
5181 |
2894 |
%55,8 |
Di van 8 salên dawî de, rêjeya zarokên kurd yên ku beşdarî perwerdeya kurdî dibin her tim li ser %50î re ye. Rêjeya nizmtir ya sala 2000î û ya bilindtir jî ya sala 1998 û 2004ê ye. Sedemên vê yekê em nizanin, lê rastîyek heye ku di van salên dawî de meyla rêjeya yên beşdar ber bi bilindbûnê ve ye. Lê divê ku kurd jî vê yekê bizanibin ku ev rewşa li Swêdê dikare weha berdewam neke. Nimûneya fînîyan li ber çavan e (Li tabloya 5ê binêre). Her ku diçe di vê civatê de dimehin. Loma êdî ew daxwaza zimanê dayikê kêm dibe.
Di van heşt salên dawî de, hejmara şagirdên ku di pola 9ê de kurdî xwendine û dibistan qedandine: (tablo 4)
|
Sal |
kurmancî |
soranî |
hemû |
|
1987 |
150 |
41 |
191 |
|
1988 |
173 |
61 |
234 |
|
1999 |
176 |
115 |
291 |
|
2000 |
192 |
147 |
339 |
|
2001 |
199 |
162 |
361 |
|
2002 |
192 |
192 |
384 |
|
2003 |
228 |
235 |
463 |
|
2004 |
290 |
273 |
563 |
|
Hemû |
1600 |
1226 |
2826 |
Kurdî li Swêdê di nav 10 zimanên mezin de ye. Ku mirov hejmar û rêjeya çend zimanên ku di nav 10 zimanên mezin de ne bide ber hev, tabloyeke weha derdikeve holê:
Hejmar û rêjeya beşdarbûnê ya perwerdeya zimanê zikmakî ya çend zimanên mezin: (tablo 5)
| Ziman | xwedîmaf | beşdar | rêjeya beşdaran |
| Erebî | 24053 | 16014 | %67 |
| Farisî | 6573 | 4182 | %64 |
| Fînî | 9922 | 4111 | %41 |
| Îspanyolî | 10074 | 5373 | %53 |
| Kurdî | 9046 | 5745 | %64 |
| Tirkî | 5187 | 3044 | %59 |
| Îngîlîzî | 7250 | 3556 | %49 |
Îdiaya ku dibêje ”kurd naxwazin bi zimanê xwe bixwînin”, ne rast e.
Rêjeya beşdarên kurdî ji gelek zimanên din bilindtir e. Hetta ji zimanên ku îro di dunyayê de gelek populer in, wek îngilizî û îspanyolî, jî bilindtir e. Ev yek nîşan dide ku kurd di dibistanan de îmkanên xwendina zimanê xwe/bi zimanê xwe bi dest bixînin dê bixwazin bi zimanê xwe bixwînin.
Lewma îdiaya ku rayedarên dewleta Tirkîyê û kesên ku wek wan difikirin, dibêjin kurd naxwazin bi zimanê xwe bixwînin, ne rast e.
Wek tê zanîn, bi xêra Yekitîya Ewropayê, bi îmkanên gelek bi sînor kursên kurdî yên taybetî vebûn. Ji ber sedemên ku ev kurd bi her rengî bê derfet bûn, kurdan zêde alaqe nîşan nedan. Ku kurdî di dibistanan de, bi awayekî fermî bê xwendin û dewlet fînanse bike dê kurd bi rêjeyeke gelek bilind beşdarî perwerdeya bi kurdî bikin. Ku kurd li welatekî wek Swêdê, li derveyî welatê xwe, bi rêjeya ji %64 beşdarî perwerdeya kurdî bibin, dê çima li welatê xwe bi rêjeyeka hîn bilindtir beşdar nebin. Li Swêdê kesên ku peşdarî perwerdeya kurdî dibin dikarin bibin tercuman, wergêr, mamoste, karmendên karûbarên civakî, rojnamevan û hwd. Ku li Kurdistana Bakur jî kesên ku bi kurdî bixwînin bikaribin bibin karmend û karker dê hema hema hemû kurd beşdarî perwerdeya bi kurdî bibin.
Dibistana kurdî
Haydar Diljen
Çavkanîya îstatîstîkan: SCB (Dayreya îstatîstîkan ya navendî ya Swêdê)












