Li Swêdê kurd ji tirkan pirtir ji zarokên xwe re perwerdeya zimanê zikmakî dixwazin. Li gor îstatîstîkên dewletê yên herî teze, rêjeya beşdarên perwerdeya kurdî ji ya tirkî û gelek zimanên din bilindtir e. Ev yek nîşan dide, ku kurd di dibistanan de îmkanên xwendina bi zimanê xwe bi dest bixînin, dê bi rêjeyeke gelek bilind beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî bibin.
Li Swêdê hejmar û rêjeya beşdarên perwerdeya zimanê zikmakî ya çend zimanên mezin:
|
Ziman |
xwedîmaf* |
beşdar |
rêjeyê beşdaran |
|
Erebî |
24053 |
16014 |
%67 |
|
Farisî |
6573 |
4182 |
%64 |
|
Fînî |
9922 |
4111 |
%41 |
|
Îspanyolî |
10074 |
5373 |
%53 |
|
Kurdî |
9046 |
5745 |
%64 |
|
Îngîlîzî |
7250 |
3556 |
%49 |
|
Tirkî |
5187 |
3044 |
%59 |
Wek ku ji vê tabloyê jî diyar dibe, rêjeya zarok û ciwanên kurd yên ku beşdarî perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî dibin %64 e, lê yê tirkî %59 e. Ango kurd ji tirkan pirtir ji zarokên xwe re perwerdeya zimanê zikmakî dixwazin.Li gel vê rastîyê jî rayedarên dewleta tirk li rewşa çend kursên ku bi xêra Yekitîya Ewropayê hatine vekirin dinêrin û dibêjin “kurd naxwazin kurdî bixwînin”. Ev îdiayeke bê bingeh û berhema nîyeta berdewamkirina polîtîkaya asîmlasyona zimanê kurdî ye.
*Xwedîmaf: Li gor qanûna perwerdeyê, zarokên ku di mala xwe de, yan bi dê yan bi bav yan jî bi herduyan re, bêyî swêdî bi zimanekî din diaxifin, mafdar in ku beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî bibin.
Dibistana Kurdî/HD
Çavkanîya îstatîstîkan: SCB (Buroya îstatîstîkan ya navendî ya Swêdê)












